Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Cegerxwîn

Cegerxwîn

38 views 0 likes
Mela rabe ji xew îro, Heta kengî mirîşo bî, Bi destê dijminê millet, Ne şerm e, ko tu kaşo bî? Tu xwenda ye, tu zana ye, Xulamê şêx û axa ye, Dixwazim ko li pêş millet, Tu ronî bî, wekî ro bî. Hezar salan zekatxwer bî, Ji dijmin re tu rencber bî, Ku bê dewlet û leşker bî, Tu dê her dem duago bî. Li mizgeftan bi gazî bî, Tu razî bî, ne razî bî, Tu dê tim jar û tazî bî, Li nik dijmin tu xirpo bî. Xwedê dostê mirova ye, Ne dostê hirç û hova ye, Berê rojê li ava ye, Ne bî, îro wekî do bî. Hezar sal in perîşan î, Bi jan û derd û êşan î, Tu nas nakî misilmanî, Heta kengî duago bî? çi ne ev kuştin û talan, Li me dijmin dikin halan, Perîşan in li ber palan, Bila rewşa me tim ho bî? Misilmanî ev e seyda!? Di rojên şahî û eyda, Me têxin van ben û qeyda, çi mêr û jin, çi zaro bî. Ji xew rabe, tu ey role! Ji bo dijmin mebe kole, Gelek dijwar e ev şole, çiman çirto û Virto bî? Cegerxwîn tim dikî qêrîn, Dikim, nakim şiyar nabin, Bila em jî bibin dewlet, Misilmanî wekî xo bî.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Cegerxwîn
🛒 0

Your Cart