Her yek me'aşek dane wan , lê hûn pezê tim bê şivan
Ma yek ji we nabî beran , hûn ên kul û derdane bes
Bê padişah û dewletin , lewra ku hûn bê rûmetin
Îro tenê hûn kêm ketin , ev kêmiya kurdane bes
Herçî nezane wek meye , dîsa ewî piştek heye
Herdem li pey doza xweye , leşker li pişt sîpane bes
Em kurd tenê bê mêr û pişt , dijmin li hawîr çar tenişt
Hawîr dibarin tîr û xişt tim kuştin û zindane bes
Pişta xwe em nadin 'Ecem , da em bijîn tev dem bi dem
Bê kuştin û derd û elem , em kurd kurê Keyane bes
Kesra û Key tev yên me bûn , Eyran û Kurdistan ne bûn
Firsa kevin tev têde bûn , Rustem li nêv meydane bes
Gazî dikim xortên di nû , winda bikin herçî ku çû
Ên wek Cegerxwîn ka ji kû , ew rêberê xortane bes.
*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 9-10, tirej.info
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cegerxwîn şiirlerine dön