Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
şev reş û tarî, bahoz û bandev Nakevî dest me: ne razan ne rev Hewrên rêzanî tarî û giran Berfê bibarî, yan gulebaran? Em reşhewravin kevneperestî Tênin bîra min dîlî, bindestî Dar bikevî dest mirovên xwînxwar Dîsa dimênin birçî û hejar Karê me dibî veşartin û rev Tavê nabênin bi rojê em tev Tênin ber çavan dijûn û lêdan şemaq û qamçî, kawçûk û zindan Pêlên zordestî wek lehî û çêm Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem Di ber xwe dibin bîr û serbestî Paşve di? kênin nûjenperestî Tên perçiqandin tev destûr û rist Raserî me tên ev kevnepirist Benda Azadî li xwe napirsî Belkî ez şaş im, ji wan natirsî Tarîx û abor, herdu di gel me Eger bitirsin ji bo me şerm e Badîhewane ev tav û bahoz Eger em rabin hemî dibin toz Vane, şiyarbûn cotkar û karker Dijmin têşênin bê ceng û bê şer çiqas bimênî ev cihan bê deng Bê şer, bê kuştin, be halan û ceng Em her diçin pêş, dijmin diçin paş Bê av digerin ev dolab û aş Sermayeperest, tev top tavêjin Nabênin îro çawan sergêjin? ! Ew çi talan û çi ceng û pevçûn Bila xweş bikin hemî cî û şûn Hemî em mirov bibin wek bira Cî nedin diza, rê nedin gura Cihan xweş bikin tev bax û bihişt Ne şûr, ne xençer, ne derf û ne xişt Keser nemênî wek min dilbirîn Ev dinya xweş e, dinya Cigerxwîn (Dîwana 6a, şefaq)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz