Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
şêr, şêre, mêre yan jine Nîşan bi dest, Leyla mine Polaye dil wek asine Leyla kîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Leyla mine, Leyla welêt Wê dil li min kir ar û pêt Mizgîn li kurd roja me têt Dijmin ji tirsan maye şêt Leyla çîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Sitêr ji ezman hate xwar Zer bûn li min bax û bihar Rabin xew ey xwendewar ! Tev mêr û jin bibne şiyar. Leyla kîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Daser te taca Erdeşêr Navê te dinvîsim bi zêr Jin nû dibin wek şêr û mêr Leyla çîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Leyla kaça Mît û Meda Canê xwe da di ber me da Bijîn heçî ko canfida Xweş bin ji te jar û geda Leyla kîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Leyla delal û pir çeleng Leyla ciwan û şox û şeng Xwe daye kuştin wek pileng şêre li nav kur daye deng Leyla kîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Leyla çiraxa şevreşe Wê rû li kurdan kir geşe Kuştin bi me kurdan xweşe Zordarî îdî nameşe Leyla kîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Bi wê li kurd ron bûye şev Jin bûne wek Leyla me tev îdî nema hêjaye rev Ey kurd de destan bidne hev ! Leyla kîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Divêm li pey te bêm ejî çibkim bi vê jîna rijî ? Xwînê nerejî napijî Leyla bijî, Leyla bijî !... Leyla çîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Pir şerme ey xortê ciwan ! Keç bêne kuştin pehlewan Win jî temaşa kin li wan Rûmet çiye ey xwendewan ? Leyla çîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Êrîş bikin rengê Ziya Zû derkevin jorên çiya Bigrin li ber dijmin riya Ka: Hor û Mît û Mîdîya ? Leyla kîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine... Leyla bijî, sed aferîn Ji bo me bûye ol û dîn Dîsa li min derbûn birîn Hetta ciger min bûye xwîn Leyla kîye ? Leyla jine. Leyla mine. Leyla mine...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz