Tu hatî lêvşêrîna min
Evîn û dil revîna min
Were xweşke birîna min
Di ser çavên me re hatî
Bi xeml û xêz tu wek Zîn î
Şepal û şeng û şêrîn î
Ji derdê min re dûrbîn î
Bî dîdarî pêt û lat î
Bi dîdarî xwe wer rind î
Birûheyv û şekerxend î
Di vê rê de hûnermend î
Bi bejna xwe tu şemşat î
Ji min can û ceger kuştin
Dil û mêlak hemî miştin
Tijî tîr û ber û xişt in
Bes e ev malmîratî
Bes e ey dîlber û gawir
Bi barîne li min awir
Te cerg û dil kirin agir
Bi talan û bi berbatî
Te maçek da bi şêranî
Me can û dil li ser danî
Tu hê jî her dibe; kanî
Te qatek da bi sed qatî
Bes e Seyda bike gazin
Di dil da tîr û ber bazin
Me xew nayê, çilo razin?
Di vê cengê de şahmat î
Bi bejna xwe meya avî
Ji bircê carek derkevî
Di her çaxî, di her gavî
Tu naz û tirhik û kat î
Bi nazdarî tu wek şeng î
Sipîzend û şefeqreng î
Çi padîşah û serheng î
Dike zorê li min tatî
Li ber te tat û cotar im
Mebîne jar û bêzar im
Li bejna te evîndar im
Li te pîroz e axatî
Li te pîroz e ey dîlber
Ku mal û can û dil yek ser
Me dan ber pê evînperwer
Ez im rendê xerebatî
Xerebat im di meyxanê
Me mey da Ehmedê Xanê
Cizîrî firke fincanê
Ji kûp û kûzikê Batî
Ji kupê destê kolxozê
Perîrengê, şekirsozê
Me mey noşt, giham dozê
Du sêvên sorê Exlatî
Şerab û şerbeta sêva
Vexwarî min ji wan lêva
Gelo kes din ji min pê va
Giha wê bejna lihevhatî?
Hezar û sed evîndar in
Di vê rê de birîndar in
Şev û roja bi hawar in
Tenê ez xurt û jêhatî
Di vê rê de gelek mêr im
Piling û ejder û şêr im
Bi taca gewher û zêr im
Bes e Seyda, ebûqat î?
Cegerxwîn bes bike forta
Tu pîr î lê wekî xorta
Te dil da ber şek û rota
Bi xwe kohê Erarat î
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cegerxwîn şiirlerine dön