-bi zarê Soranî-
Ta be îmro zor helistan gewrekan û mîrî kurd
Hîç yekîş azad ne bû zanim le kêm tedbîrî kurd
Her yekî bo xoy dikola ,bo yekîtî hewil ne dan
Bûn sebeb bo kuştin û cewr û cefa yexsîrê kurd
Poşiman hêşta ne bûyîn bo çi nabin yek hemî
Ger bibin ew dem debînin tûj ebî şemşîrî kurd
Yektîman îmro dibî heyha be kom û hewledan
Ew deme alem debî êxsîrî bend û nîrî kurd
Xom digel yek bê tifaqin lew didin dîl û sefîl
Her li meydanê siwarin , têne kurd ser tîrî kurd
Ger de îmro em nebin camêr û hem sahib qiran
Menfeet hîç bo me nadit rêzika bapîrê kurd
Bo çi îmro em feqîrin , têk belengaz û reben
Wa li meydanê diyare , qub-beî keşmîrî kurd
Bes di xeflet de memînin zû şiyar bin têk li xew
Dijminî xed-dar û zalim çarkenar hewîrê kur
Fikrî min wa ye we lakin hakimî fikrim niye
Zêr nebî em guftogoyem çon didit te'sîrî kurd
Ey Cegerxwîn bes binale , em zemane hêj xweş e
Wa te hildaye milê xo , her tenê zencîrî kurd.
*Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 28-29, tirej.info
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cegerxwîn şiirlerine dön