Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurdo namûs e rabe, Ji bo me qet we nabe, Li şorişê tên kuştin, Li vir vexun şerabe! Ji bo fidakariyê, Em dernegan vekin zû, Da birayên îranî, Li me nekin îtabe. Mal û çekan verêkin, Canbezaran bişênin, Li wir birçî dimênin, Li vir dixun kebabe! Kelaşinkof li milde, Wek Erdeşêr û şêrkoh, Ala Kawa tu hilde, Guh med li afitabe. Eger divê azadî, Tu guh mede li sadî, Zû derkeve ser şaxan, Hetta roja me jî bê! Le ger tu jinperestî, Welat divê bi sistî, Hêvî dikî tu avê, Ji leylan û şerabe! Zanim tu xweş egîtî, Bermayê Mad û Mitî, Di serde rengê şêrî, Li Baximiz û Hebabe! Gel dixwazî tu rabî, Weke şêr û gura bî Dijmin tu zû dişkênî, Eger tu wek bira bî. çil sale dilbirînim, Cerg û hinav bi xwînim. Welatparêzî lew ez, Dixwazim zû tu rabî!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz