Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Bibin weke saziman Emê çêkin Kurdistan ! Lê ev xapên esera Nakevin serê kera şah jî dostê Barzanî Lê Barzanî pê zanî ; şeş milyon kurd li îran Winda dibin bê ziman şah serbestî nadî wan Nadî me çekên giran Ko em dijmin bişkênin Welat tevî bistênin Kurdên xwe nakî milet çawa me bikî dewlet ! Dijmin hemî wilo ne Elo ne, yan Silo ne Hemî divên xwîna me Kesek navê jîna me Divên ko me veşêrin Di nav xwe de bihêrin Navê me tev guhertin ; Da bibêjin ne kurdin Lê bizane, ey neyar ! Zivistan çû, tê bihar Ew giyayê bin kevir şîn tê rojek diçî der Bijîn kurd û Kurdistan ! Nema dibin kolistan ! *Çavkanî: Dîwana Ronak, r: 80

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz