Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê şêrîn devê Lêv hingivê, ebrû çivê Por şevê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê sebra dila Por şevînê li ser mila Em herne nav bexçê gula Gul bidne dengê bilbila Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, lêv şêrînê Dêm nîvişkê hingivînê Derman bikî vê birinê Bighêne hev Mem û Zînê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê herne çiya Rûnin li ber hûr deviya Paldin li ser gul û giya Rûnin li bin siya biya Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê meş xeramê şêrîn kenê, şekrê şamê Kengî bê ez xulamê Ez ramîsim te dotmamê Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê Pêncî sal in ez bi şîn im Ez ceger her dem bi xwîn im Pir nexoş im, dilbirîn im Ez li ser te her dixwînim Kengî tê bê, kengî tê bê Kengî tê bê, kengî tê bê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz