Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Keko ez bilûrvan im Bi her tiştî dizanim çiyan tênim govendê Berxê mîjo di bendê Hirç û hov û dar û ber Lotan didin tev li ber Ev masiyên Derya Reş Bi bilûra mi serxweş Welat tijî bûn li deng Tên dîlanê şox û şeng Keko ez bilûrvan im Ez şivan û gavan im Rûniştîme bin darê Didim pesnê biharê Dengê saza min zîz e Darblûra min gwîz e Ez pif dikim bilûrê Dil agire dikurê şiyarbûne rast û çep Turk û Taçîk û Ereb Vexwariye me ev durd Ji bo şiyar bikim kurd Lê ez çibkim ranabî? Nizanim wê çawabî? Nizam kere jan jî ker? Ez bi gurzan tême ser Serî hişke wek kevir Divê bişkê bi bivir Divê gurzan deynim ser Yan jî jêre bêjim her Dijmin dêwê xwînvexwar Welat kirye tar û mar Hirç ketiye nava rez Li min bûye lez û bez Dikim hewar û gazî Bi vî dengî, vî sazî Kes guh nadî saza min Qîr-qîr û gaz-gaza min Kurdno hemî bibne yek Dest bavêjin gurz û çek Werin ? erê hirç û dêw Biparêzin mal û mêw Ji vî bextê minê reş Ez nexweş û ew nexweş Bê xwedîne rez û mal Ezê çibkim pîr û kal Rezê mine ji kerkûş Dijmin xwar û maye pûş Dikim qêrîn û gazî Dilê min wer dixwazî Ez pêwanim bilûrvan Ne mêrkujim, dilovan Bi guv-guv û bi nalîn Kurd ranabî Ceger-xwîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz