Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Jinê rabe ser xwe, tu destan vemal Tu rextan girê de li bejna delal Di gel min were da bikin em xebat Li ser min, li ser te felata welat Wekî min tu xoş dawer û bîrewer Dixwazim bi hev re herin ceng û şer Bi tektîk û bîr û bi can û bi dil Bi hev re herin pêş hemî milbimil Ne ko şer dixwazin, ne jî hirç û hov Dixwazin bijîn em wekî her mirov Dema em ji qada xwe derxin neyar Jin û mêr ji nû ve dibin dost û yar Bi rûmet dijîn tev çi mêr û çi jin Li te xoş û pîroz dibit ev bejin Tu şal û qedîfe li bejna xwe ke şeva serxwebûnê bi cejna xwe ke Berê xo bide xwendin û zanebûn Tu xweş ke bi destê xwe her cî û şûn Li kar be, bi kar be wekî her kesî Gula geş be her dem, ne pel çilmisî Tu hozan û rêzan be ey xwişka can Bi te xweş dibin ev hebûn û cihan Tu rind î, tu gewr î, tu boza min î Tu daxwaz û armanc û doza min î Ez û tu ji hev hatine wek hev in Li pey diçin em, çi roj û şev in Tu pingavê jînî gelek kûr û dûr Tu nexşê evîn î bi pertav û nûr Hezaran ji salan tu piştperde ma Perîşan û bindar û pejmerde ma Li ser te hezar sal e ev toz û gij Li zozanê jîna tet ên berf û mij Tu "xo " û tu "dê " ye xwedê û xwedî Meyandin, keyandin te em bêfedî Serê xwe ji xew rake ey şêremê Bibîne çilo jin dijîn vê demê? Bixwe hem bixwîne, bixe dest xwe dar Li bin destê mêran nemêne hejar Bi dilşoke carek ne zor û qelen Bi hev re bijîn win bi şadî û ken Tu çavên xwe berde yekî xwendevan Belê tev bide wî bi sal û mehan Nebêje ji her kes ku zengîntir e Ku hozan û rêzan bî hê çêtir e Bilindî, ciwanî hebin pir xweş e Belam rûmeta wî ne çerm û leş e Bi destê xwe bigre du sed mûm û find Li her der binêre, çi şar û çi gund Yekî peyde ke, lê bizan ey ciwan Guhê xwe mede bejin û çav û riwan Dilovan û zana û serbest û mêr Di rojên şeran de bibî mêreşêr çiqa jê re dilnerm û rûgeş bibî Bizane dilê wî bi te xweş dibî Ji wî pê ve dil med kesî, bûyî jin Ji her du rexan ve divê hezkirin Keçanî, jinîtî, ne rengên hev in Di jînê de çê kin bi hev re tevin Di jînê de mêr zanibe kanî ye Tenê zanibe ko te ew aniye Tu pingavê jîn û tu derya evîn Belam çare nîn e, divêtin civîn Kirasek tenik wergire lê bi şev Tu bişkîne jê re şekir lê bi dev Tu pê re xwe berde ji heftê du car Nivîna te jê re nebî kevnewar Pera jê mexwaze, bere ew bidî Tu caran ji wî re mebêje gidî Tu çavên xwe bigre ji kincê biha Nebêje ji wî re dixwazim niha Bi wî re mexwaze herî her dever Ji derve ku hat zû tu rabe ji ber Bi devken û rûgeş bi ber de here Eger dil nexweş bî hinik jê gere Belam jê re şekir ji lêvan birêj Bi nazî û yarî tu pirsan bibêj Li ber wî tu rûne li ber dil bide Tu destê wî bigre hinek tev bide Wî dilxweş bike lê bi nûz û bi naz Ji çavan, ji lêvan tu maçek bixwaz Bi hev re eger win herin carekê Li çayxanekê yan herin barekê Li hawîr venêre hela kî heye? çi bêjî, tu jê re bibêje we ye Li modan mepirse, tenê paqijî Tu malê xwedî ke bi bîr û mijî Tu rûgeş be kengî ku mêvan hebin Nexwasim, hevalê hevalê te bin? Ku bêjî çi bîne, werîne sivik Tu carek mebê na, bi kîn û bi rik Li malê peyda dibî deyne ber Bi şadî tu dibî wek şeker Tu peyvan bikêşe û paşê bibêj Tu ava riwê şermîkaran merêj şekir ger dixwazî bibarî ji ken Bipişkêve rengê gulan lêv û çen Bi hirhir meken ger bi xwe karibî Heye ko tu carek jî neçar dibî Bi mêvan re derkev bi şadî û xweş Heta ber derî jî tu pê re bimeş Tu pirsên şirîn, hingivîn jê re bêj Bi nermî bibêje, ne dûr û dirêj Li nik hevnişînê xwe êrîş meke Li dijmin jî qanê xwe tev xîş meke Tu peyvan mebêje gelek pûç û xav Bihûne, birêse, meke wek çirav Tu meşkîne çavan, meke wek tinaz Bibêje û bersiv ji pêşber bixwaz Eger karibî tim li wî guh bidêr Ku gotin ji zîv bin, negotin ji zêr Bi kurtî bibêje, dirêj guh bidê Tu pê re here ta biçî ser sedê Bi Kurdî biçûkan tu hîn bike Bi nazî tu zarê xwe şêrîn bike Tu tore bixwîne, bi tore bixwîn Bere dil tijî bit ji vîn û evîn Tu têxe dilê xwe mirovperwerî çi qenc e ku dûrî neqencî herî Xwe hilke, vemale dema xwarinê Mexe nêv piyanek ku tev naçinê Girarê ku têxe piyana mezin Mehêle ku zarok li ber rabezin Li ser masê deynê, bike rengê bûk Li hawîr tu deyne piyanên biçûk Rast kêr û kevçî, çetel deyne çep Biçûk çê ke parî bicû xweş di gep Bi kêr û çetel jê ke goşt lê bixwe Eger ko mirîşk bî bi destan bixwe Bixwe lê mijûl be bi bîna fireh Tu şênî bixwî pê re hê çêtir e Biçûkan li ser kursiyan deyne tev Eger ko nikarî bixwî têxe dev Gelek baş e zarok di gel we bixwin Ku mêvan hebin çêtir e ku nexwin Li pey xwarinê fêkîyek ger hebî Bixwin ko li we ev xweşî zêde bî Eger ko nebî çayekê çê bikî Eger bîn fireh bî ku dest pê dikî Devê xwe bi firçê bişo xwişke can Bila bê qerêj bin ziman û diran Bi sabûnê destan bişo pak û rind Li bajêr bijî yan li kon û li gund Divê paqijî tim li bîra te bî Ji bo ko di malê xweşî zêde bî Xesû, jinbir û jintî û ew hewî Ji bîra xwe bavêj nema lewlewî Bi hev re bijîn wek xweh û wek bira Di malê xwendin hebî ew çira Tu hîn be hemî tiştê baş ê kevin Teşî ristin û jendin û hem tevin Di ber ve hemî tiştê nû çê dibin Jin û mêr bi hev re gerek hîn bibin Tu çav bermede destê bav û bira Li cem xwe meke wek senem tim pera Eger hatin te bi destê te bî Ew ê rûmeta te gelek zêde bî Binêre ji mêşê ku têt hingivîn Li cem her kesî ew dibî wer şirîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz