Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez xumxuma ava çema, Ez çerx û govend û sema, Tîn im di nêv kat û lema, Jîn im, hebûn im, tevger im. Bayê siba tê xweş ez im, Berfa sibatê xweş ez im, Xurtî di latê xweş ez im, Hişk û ziwa bin, ez ter im Giranbiha me zêr û dûr Ez dê û bav û xuşk û kûr Ez tim hebûn im xurt û gurr Yaqût û la’l û gewher im Pêşve diçim kar û xebat, Di nav çiyan de hîm û lat, Pêlan didim Zab û Ferat, Çelq û xumîn û gur-gur im. Pir xurt û hêz im ez hebûn, Ez pêşveçûn û serxwebûn, Herdem di nav damar û xûn, Ez her heme, qet namir im. Bihişt ez im, agir ez im, Bakir ez im, rakir ez im, Xemgîn kir û şa kir ez im, Herdem didim, ez na kirim. Jîn im, bihar im har û dîn, Candar bi min herdem bi tîn, Min dane wan ev hilm û bîn, Dinêv hebûnê cîgir im. Ev ax û ba û av im ez, Ev pêtî û alav im ez, Xweş ronî û pertav im ez, Xurtî di zendên karker im. Herdem heme, peyda me ez, Tava riwê xeyda me ez, Cama bi dest Seyda me ez, Ez ol û vîn û bawer im. Jîna Cegerxwîn im ji dil, Ez xurtî û tîn im di dil, Ez hêz û xurtî me di mil, Karim vî laşî ragirim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz