Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey sergiranê Kurdan, bin dest û dîl e Kurd tev Giriyê me tê li ser we, xew bo me nîn e her şev Li nav êl û eşîran her yek ji we wekî şêr Lê ku diçin serayê tev bêziman û bêdev Wellahî pir ecêb e hûn vî malî dikin kom Bêtac û bêsera ne, ji bo dijmin didin hev Her yek ji we dibêjî ez hevalê filan kes Guh medinê tev neyar in, ji bo me re ew û ev Malê xwe tev bela kin, ji bo serbestiya Kurd Xwîna xwe tev birêje, ji bin destan tu derkev îro roja welêt e, pêş ve herin wekî şêr Jîn bo we pir seza ye, pir şerm e bo me ev rev Cegerxwîn tim dibêjî, serbestiyê dixwazî Di vê rê kirye gorî, mal û canê xwe wî tev. *Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 7, tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz