Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurmanc hemî axa û beg û mîr û melane Hikmet eve her dem ku belengaz û gedane Axa û began destê sitem danîye ser wan Talanker û diz û keleş û bê ser û pane Şêxan û melan xişt û def û xayet û Enwar Wek gurzê giran dane milan , şêrê Xudane Dûzex wekî mertale , bihuşt herwekî şûre Kurdan ji kul û derdê evan qîr û emane Her yek bi hezar rengî dixwin vî milletê dîl Lê ew bi xwe der bircên belek , xan û serane Zanane li cem her yekî sed xap û du sed fen Kurmancê reben hov û dewar , dîl û belane Ma ez ne ji ber derdê ewan bûme Cegerxwîn Ev derde li nav kurde wekî jane di cane. *Çavkanî: Pirîsk û Pêtî, rr: 8, tirej.info

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz