Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Piştî şerê Erarat Bi ser Kurd de bela hat Zar û zêç û mêr û jin Ketin nav lepê dijmin Dibên çil û heft hezar Hemî reben, tev hejar Ajotin Gelyê Zîlan Hemî dane ber gullan Lê serdaran çil keçik Keç û bûkên pir xweşik Pirê wan bûk û qîz in Da ku bi wan dilîzin Lê xwe avêtin avê Go: Ev pîsî me navê Stranek li ser çê bûye Bi dilşewat lê bûye Xemo ji bo me digot: Dilê civatê disot. çav li serî sor dibûn Na, ez şaş im, kor dibûn. Ronik ji wan dibûn rêz Wî xem dikirin hembêz. Xemo, welatperwer bû Dîwana min ji ber bû. Li ku rûnişta, digot: Zû pertalê xwe difrot. Pertal welatperwerî Ne qumaş û ne hirî Her kes dixwest bibênî Bihna xwe pê derênî Xemo, bi xem, dilbirîn Ji dîwana Cegerxwîn Gelek ristik ji ber bûn Bi axîn û keser bûn Ji Kurdan re wî digot: Dil û hinav li wan sot. Mirovekî karker bû şal û şapik diber bû Bi şar û kumê kolos Gelek diçû Aleqos Vê paşiyê çû welat Lê nizanim çi pê hat? Min pir li wî dipirsî Ne carekê, sed û sî Dibêjin hê jî sax e Bi xanî û qûnax e Heta par jî hê xweş bû Li welêt bû, rûgeş bû Serpêhatî dirêj e Weke rojî, nimêj e Li Dêrsim û li Sasûn Na, ez şaş im, hemî şûn Li iraq û li îran Ne kêmtir bûn ji Tirkan Ev e rewşa bindestî çiman divên serbestî Ez çi bêjim hê kêm e, Bindest hemî weke me. Li her der têne kuştin Bê xwedî ne, bê pişt in şovînîtî, zordarî Bicî tênin vî karî Imperyal in têr pere Wan daniye ji me re Ev destûra çewt û xwar Paşê bûne koledar Heçî bindestê dijmin Neçar e têne kuştin Divê destan bidin hev Xebat bikin roj û şev Dijmin ji ser xwe rakin Lê ji bona çi nakin? Dijmin ji me zanetir Welat li me perçe kir Kurd nexwendî, perîşan Dimrin ji bo gezek nan. Dewlemendê malgenî Dijmin bi wan dikenî. Hin jî di hember pera Xwe difroşin wek kera Hin jî divên Kurdistan; Lê ji wan re gulistan Em li jêr û ew li jor Li me bikin zilm û zor Olperest û êlperest Navên Kurd bibî serbest Wan em perçe kirin xweş Riwê Kurdên teres reş Erzan em dane dijmin Ev bû sed û sîh û hin Bawer dikin misilman Hemî baş in bi îman Heçî mayî ne baş in çi qa jîr bin, li paş in Roja qiyamet rabî; Mirov li şam cema bî Xwedê deynî mêzînê Mihemed navan bixwînê. Dojeh ji bo gawira Bihişt ji bo me, bira! Misilman tev bira ne Ji hev re wek çira ne Kîjan bibî padîşah Deynin serê wî kulah Gerdenxwar bin ji bo wî Tev li kar bin ji bo wî Millet çi ye, ziman çî? Bere tazî û birçî Ser deynin ber nigê wî Em têr bikin zikê wî Ji ber van mirovên dîn Seyda bûye Cegerxwîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz