Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Hey qehreman milletê Kurd şerm e tu razî Meydan bidî dijmin û li qada te bibazî Her çar terefan cîgehê teh`qîr û tinaz î Ger heq tu nexwazî kî ye heqê te bixwazî Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î îro tu di gundê beg û axa de felah î şerm û esef e, ger tu bi zarê xwe nexwênî Raborî û şopa xwe li tarîxê nebênî Bê qîmet û teqdîr çi ji dijmin re biçênî Ta kengî her û her bi vî rengî tu bimênî Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î îro tu di gundê beg û axa de felah î Deh sal e li ser hev hemî diljar û biêş in Sed Xanî û Hacî û Hejar wane li pêş in Yekser weku Bêkes ku meraqa te dikêşin Dora xwe nexwazin kî dizanî ku li êş in Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î îro tu di gundê beg û axa de felah î Destên xwe bidin hev, bikişin şax û diyara Qêrîn bikin pişta xwe bidin lat û zinara Lek lek bikevin Serhed û sînor û kenara Lerzîn bikevî nêv dilê xwînxwar û neyara Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î îro tu di gundê beg û axa de felah î şerm e ji me re her wehe em dijminê hev bin Bindestê neyar her wehe bê gotin û dev bin Ta kengê wisa girtî û bin tarî û şev bin Ta kengê şikestî û di nêv leşkerê rev bin şerm e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î îro tu di gundê beg û axa de felah î Roja şerê Hettîn û Kerek xoş me tu dîtî Tarîx ji me re dayiye zanîn tu egît î Bermayê Med û Sobar û kurê Nayrî û Sîtî îro tu metirs hemdem û hemxakê Sovît î şerm e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î îro tu di gundê beg û axa de felah î Hêrzan bide destan tu li ser hev veweşîne Qeydan bişikîne weku bendan biqetîne Ev dêwê sipî dijmin e, mêrane derîne Wek Rustemê qellaş bi xwe heyfa xwe hilîne şerm e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î îro tu di gundê beg û axa de felah î Navdar e welatê te hemî merkezê ceng e Her kes bi me zanî bi xwe Kurd şêr û piling e Hawîr xwe temaşa ke binêr gazî û deng e Hey, hey qehreman milletê Kurd rabe dereng e şerm e tu kurê Rustem û Guhderz û Selah î îro tu di gundê beg û axa de felah î

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz