Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Hevalê delal, ey kurê xwendewar Me danîne ristên xwe pir bêjimar Ji te hêvîdar im ji min megre dil Ku pêşkêş dikim ez ji bona te gul Eger sorgula min ne xweş reng û bîn Ji bo bîn bikî xweş, ne ko bo kirîn Li min megre carek eger gewşek in Bi hûnan û ristin hemî rewşek in Eger kêm bibêjim hemî ên me ne Di rû re dibênî ciwan û xweşik Di nav de xuya ne zîwan û reşik Tu nîvişkê taze bixwe ezbenî Li ser nanê min ke tu rûnê genî çi bêjim, ku pîr im, ne xort û ciwan Ji pîran re kêmî hene sed, bizan çi qas palevan bî dibî ko firêz Li şopa te sinbil nemênin bi rêz Ne ez torevan im, ne jî ristevan Tenê ez li ber der dibim dergevan Di nav baxçeyê gulperestan kevim Dixwazim bi wan re hinek rakevim Bibim hevnişînê mirovên mezin Dibî ko bi min re hinek dabezin Bibim dost û hemyar digel sadedil Wekî gulşilava ko hemta ye gul Dibî bîn ji min bê, ji gul bête min Bibim ez bi saya hevala mezin Eger saz nebûye ne pak û tekûz Eger pir ne sar e ku kevnar e kûz Dixwazim biborî di kêmasîya Li çolê gihame, ne Valansîya Ji te hêvîdar im nekî gazina Tu ristên me dameyne ber nazina Dixwazim berîkê tijî ber nekî Berên pir giran bin, di min wer nekî Hevalê te me ez ne dostê neyar Dixwazim bi hev re bikin kar û bar Ji Kurdan re çê kin pira xwîn û ser Serê xwe, serê te, bikin jê re ber Ji bo ko di ser ve herin mêr û jin çiyayên mezin tim bi hewr û mij in çi qas em mezin bin wekî koh û şax Di bin destê dijmin dibin sînedax Divêm em bi hev re bibin dost û yar Bi xurtî û sirtî herin ser neyar Ji destê wî derxin welatê xwe tev Bi êrîş herin pêş bi roj û bi şev Bi dost û bira bin hemî jar û mest Niho bûye çil sal ku min ev dixwest Welat xweş bikin em nemênin neyar Mirov tev bi hev re bibin dost û yar Bi hev re bibin bi carek heval Li ber hev menêrin bi can û bi mal Ne sînor bimênin, ne jî pasport Li her der bi hev re bijîn qîz û xort Ji warê me bar kin çi tiştên nebaş Di her war û cî de nemênin li paş Cihanê bikin em bi rengê bihişt Li nav me nemênin xwedî zor û xişt Bi hev re bijîn em bi rist û hebûn Ne ko ez dibêjim wekî Efletûn Hezar beyt û pêsed nivîsîn bivîn Di heftê û çaran Ciger bûye xwîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz