Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Bese millet li te şerme Hetta kengî di xewda bî? ! Dibin destên neyaran de Hejar û dîl û kola bî? Bihar va tê çiya xweş bûn Weke şêran herin şer em çima wer jar û xemgîn bî Hetta kengî tu ranabî! ? Binêrin win li Engola Weke şêran ketin çola Serê te hişk wekî pola Di bin destê neyara bî? Serî hildî, tu gernasî Eger rabî tu mêrxasî Gelo raste divê bimrî? Di nav dijminde winda bî? Ji dijmin re dibî rencber Bi paş de mayî bê rêber Ji bo dijmin dibî şevger Bese îdî weha nabî! ? Were carek ji xew rabe! Weke gernas û şêra be! Xwe pêkbêne bi hevra be! Divêm hişyar û zanabî Bese win rê bidin zana Bidin pêzan û hozana Ji bo çi wer li pey şopa Beg û şeyxa û axa bî? çi ol û êl û malbatin Evên dî qey hemî tatin! ? Hemî yek dar û yek katin Bibin yek da, ku dil şabî Bi: tang û top û lek millet Tu gavan pêş de bavêjî! Hetta kengî li benda van Niviştê: şeyx û seyda bî! ? Tu guhmed van beg û axa Xwe rapêçê li ser şaxa Ji dijmin bigre van baxa Tu dê serdar û paşa bî! Cegerxwîn im dixwazim ko Ji bo te rast bibêjim ez Tu guhdêre li dengê min Neko saza li ber ga bî? .

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz