Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar Hawar dikim Gernas û mêr Kurdên di şer Di rengê şêr Êrîş bikin Tev wek piling Ji nav xwe derxin Wan bi ceng. Hawar hewar Hawar hewar! Van çûçikan Genmê me xwar. Talan birin Wan dexl û pez çeper çirandin Ketne rez. Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar Hawar dikim Ranabî kes şêx û mela û pîr û qes Bi xaç û xişt û mizgevt û dêr Em xistine Tora neyêr. Hawar hewar Hawar hewar! Van çûçikan Dexlê me xwar. Sed camî û Dêr û kenişt Naqos û bang û tîr û xişt Sed lek ji Tîpên Lemterew Bikêr me nayên Tev derew. Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar. Bi dest tifing Em herne şer Bişkî neyar Em bidne ser. Hawar hewar Hawar hewar! Van qumbilan Genmê me xwar. şerm e, kurê Mîtan û Lor Qada me bigrîn Ew bi zor Navdar e ko Gernas e Kurd îro çima Mayîn Zîgurd? Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar. Hawar dikim Gund û eşîr Bajarî û Mîr û gîzîr Dijmin ne xur- Te herne wa Êrîş bikin Sêncê ewa. Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada ne xwar. Dijmin bi zor û serbilind Ji ber me girtin şar û gund Ne nan heye Ne war ne cî Namûs nema Apê Hecî! Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar. Em tevde rabin Mil bi mil Êrîş bikin Dijmin ji dil Destan bi pakî Bidne hev Welat bihêlin Bo xwe tev. Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar. Em tev bira Ol ya Xwedê Cotê xwe Bighê ser sedê Em bidne pêy Gernas û mêr Tev herne dijmin Rengê şêr. Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar. Em pêk ve wek şêr û piling Li ser çiyan Em bidne deng Xweş bidne ser Pişta neyar Bişkî û bimrî Koladar! Hawar hewar Hawar hewar! Van çûçikan Genmê me xwar. Seyda ceger Tev bûye xwîn Dîsa li min Derbûn birîn Bişkî timî Sermayedar Dilxweş bijîn Em payedar Hawar hewar Hawar hewar! Van dijminan Qada me xwar.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz