Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Bejin şoxê, gulî şengê Li ser sêngê dikin cengê Sipî-zendê, wekî pengê Diran zêr û birincîne Bi lêv û dev kelacoye Kevan ebrû perî roye şirîn gotin, piling xoye Memik sêv û tirincîne çi cadûne du çavên reş? çi reng rone du dêmên geş? Dema ko tê bi lenc û meş Birû reşxwar û zencîne Serên tilyên piyan sore Di lingande nehin gore Bi rist gotin, bi ken tore Ji zêr gerden çi gencîne? Hemî zêr û belexşanin Bi rastin ew, zerefşanin Wekî neqşê derevşanin Ji Hindê tên, firincîne Dur û zencîr û pişkojin Ji wan sed wek me dilsojin Diîsin tev wekî rojin Bi sawin ew, çi gurcîne? Sipî dêmin bi xalin tim Du lêvên sor peyalin tim Ji ber wan em dinalin tim Bi sawin ew, çi gurcîne? Dema min dît ji bircê tê Shirîn û rind û gurcê tê Wekî lalê di durcê tê Bi lar û naz û lencîne Shekerr lêvê giha ba min Shirîn û naz û rinda min Ji lêvan şerbetek da min Dev û lêv sorê, xuncîne Ji ber wê şerbeta camê Ji şewqa wê qed û qamê Veda dil şewq û ilhamê Ji wan zulfên di mencîne Li ser enyê zulif çînçîn Li min can û ceger kir xwîn Bi çavan daye min mizgîn Metirse! ev ji qencîne

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz