Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Welatê min digote min: Birazî Li nezmê guh bidêre ger dixwazî Cegerxwîn î, kurrê min tu ji derdan Selavan zû ji min bighîne Kurdan Bibêje ez keçek bûm, ta ku bûm, pîr Nedî min xwe wekî vê salê êsîr Serê min bû sipî, pûş û pelax e Li jêrê min çu nîn e xeyrî ax e Ji çavên min diçin sed av û sed co Ji min îdî dikin gazinde zaro Xerab bûne ji min sed xan û qûnax Nemaye bo perîşanan du-sê max Nikarin bêne cem min yek du rêwî Di bin desta de mane tev de sêwî Kurên min pir ji xuşkên xo re pak in Belê pirsê li dapîra xwe nakin Cizîr û şehrezor û Gor û Loran Hemî qîzê min in pîrê bi qurban Ciwan in surperî ne serbilind in Gelek naz û delal û gewr û rind in Biçûk in pirr şepal in berzewac in Gelek pak in welakin bê rewac in Ji te hêvî dikim ey xortê Kurd î Tu van xuşkên ciwan, hêja neberdî Ji her sêkan tu kîjanê dixwazî Tu nas nakî ji bil navê mecazî Qelen, yektî û xwîn û xwendega ye Tu kîjanê bibî bo te seza ye Ne pir maye kurê min ey Cegerxwîn Hûn ê serbest bibin mizgîn û mizgîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz