Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Erê dayê metirse vame ha tim! Wekî roj im niha vame hilatim! Ji bo ko te ji dest dijmin derênim Wekî Zab û Ferat im, kêferat im Dixwazim derkevim şax û zinaran Li ber dijmin wekî lat û kelat im Ji min dijmin ditirsî, pir dipirsî Ku ez hatim wekî Zab û Ferat im Didim ber xwe hemî sermayedaran Wekî şap im di Sîpanê Xelat im Ji dostan re hemî pertav û ronak Ji dijmin re wekî ar im, şewat im Ji bo jar û belengazan bihar im Ji bo har û neyaran ez şibat im Li tarîxê binêrin ez kuda me? Xwedi eywan û birc û pût û lat im Ev im ez, lê di bin destê neyaran Eger rokê ji xew rabim du qat im Li ber pozê neyaran xurtemêr im Ciger-xwînim, fidakarê welat im.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz