Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Guj-guj û him-him Ferat im, Ferat... Xuş-xuş û xum-xum Ferat im, Ferat... Ferat im, kêferat im Kar im, xebat im Jîn û felat im Va ye ez hatim Ji jor ve ez têm Diçim ber bijêr Di nav dilê min Tev gewher û zêr Ferat im... Bi him-him ez têm Bê ser û bê min Ser derya mezin Ferat im... Daxwaza millet Feratê dijwar Di ber xwe dibim Tev gerş û gemar Ferat im... Dengê sewîyan Rengê birçîyan Ez dengê şivan Xama xwendevan Ferat im... Tev ah û nalîn Giryan û qêrîn Bi çelq û lem-lem Hemî kul û xem Ferat im... Diçim pêş bi rist Wek sitêr û rist Hemî derd û kul Dikevim nav dil Ferat im... Di dilên xortan Dikelim herdem Ber pozê dijmin Ez xîp û kelem Ferat im... Ez xwendevarî Ezim hişyarî Dûr û dirêjim Gavan tavêjim Ferat im... Di nav dilan de Pir xurt û bi tîn Di nav damarên Xortanê bûm xwîn Ferat im... Di ser hevre têm Bi çelqîn û guj Di ber xwe dibim Dijminê xwînmij Ferat im, kar im, xebat im Ez kêferatim Vaye ez hatim Ji Kurdistan ve têm Pir xurt û bi tîn Ez pêta cerg û dilê Cigerxwîn

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz