Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
şeraba wan lebên lala Bi minde ez gelek tî me Bila xêra te bî cana: Nizanî ez çi birçî me? Ji baxê paxil û sîngê Eger sêvek bidî Seyda Xurînî pê ku bişkînim Diçim ser rê ku rêwî me Eger sênca rez û baxan çirand û dest birin sêvan Dibî lêv herne ser lêvan Li min megre ku sêwî me Bi tenha ez li çolê me Serî goka di holê me Birîndari m ji wan mijgan Pêrîşani m çi xwînî me? Welatperwer bî ey xanim: Were dest deyne ser canim Birînê min qemûşk bigrin Bi jînê pir bi hêvî me De wer maçek biminde xweş Li dêm ko bisk bikin şevreş Ku ayîna te bigrim ez Ji nûve da bi zanîme? Bihayê herdû sêvên zer Li dil xistin te sed xencer Mebîne qelsemêrim ez Ji kurdên ser nişîvîme? Kurê Xesro û Guhderzim Di vê rêde gelek berzim Evîndarim ku can û dil Li ber destê te danîme Eger ez ser dibim ber pê Xwedana şal û îşerpê Dixwazim ku tu pîroz bit Di vê rê ez çi manî me? Dema çavên te yên mêrkuj Dibênim ez dibim wek mij Peyala şerbeta lêvan Kirim gawir ku yezdî me Ji te dûrim te nabînim Li ser te ez ciger xwînim çi bêjim ko nikarim bêm Di îro ez swêdî me. Stockholm 26.9.1979

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz