Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey xortê ciwanmêr Sedsal e ku em Her û her bindestê ne yar in Bê rûmet û pişt in Wek kole li çolan û li ber sêpî û daran Em hatine kuştin Axa û began perçe kirin ev miletê mêr Çalak û civanmêr Em kirine xulam û em kirine yar Mayîne bêçar tev bê serî hiştin Ev şêx û mela reyncberên dijmin Bi şev û ro Tim jê re dia go Her kes xwedî istûr û leşker û top in Lê ê me bi xişt in Ey xortê civanmêr bes e Bê feyde ye ev rev Destê xwe bidin hev Ronayî li pey tariyê ye Tim roj e li pey şev Em nayêne kuştin Her çendî em jî berê xwedî nav û nîşan bûn Lê îro nezan bûn Her çendî berê em bi xwe gernas û egîd bûn Lê îro ne tişt in Sedsal e ku em şerpeze pey şêx û began e Bê çare wekî gogê li ber derb û şigan e Ey muhterem û dînperest û warisê taha Ev şûr û qelem her du di vê rê de bira ne Ev dîn û welat barê te ye Derkeve meydanê Heqê te heye ku rast e ev barê giran e Destê te ji malê te nabî Ev veye qurban Destên te li ser şûrik halet çiriyane Însafê bike derkeve ji pişt perdeya xeflet Ev bê mededê li ber derî tev qûlê xweda ne Ev saltanat û gund û salahasine kûmpet Tev toz û qirêja reben û gedan e Go ya mezinê miletê ey leyçe û tolaz Masrûf e ne mestûr e ji her kes ve xûyan e Vaye bi şeref dest bire ber xwe proletar Meydana şerefê ne hedê hiz û dizan e Dar û xebir û qamçiyê zilma te dibîrin Ev reng e begê min tev ji te re derd bela ne Tarix ji te re nabe serê kafirê nimet Çavê xwe veke nîvê cîhan bo me bira ne Ditirsim ey welat bimirim nebînim bextiyarî tu binûsin wa li ser qebrêm welat xemgîr û min xemgîn Çavkanî: yektauzunoglu.com

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz