Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey heval Robson dengbêjê cîhan Paşmêrê selam zana û insan Gernas û rênas, dijminê Dalas Di ser ava re, di ser çiya re Rengê te ê reş tê ber çavê me Dengê te ê xweş xweş tê guhê me Ev xebata te didî me hêrzan Kêferata te didî me lerzan Ev tevgera te ji bona insan Pir jê ditirsin axa û dehqan Xwedî sermiyan ji te ditirsin Hemî xanedan ji hev dipirsin Dibêjin reşik çawa şiyar bûn? Destê hev girtin li ber me rabûn Dalas ditirsî weke Mak-Arsî Di ber piyan çûn pir tac û kursî Xwedî sermiyan serê xwe hildan Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin Ji meydan... Ey heval Robson! Ne tenê reşik ketin bin destan Em jî sipî ne mane perîşan Reben, belengaz, bindest,çarereş Birçî û tazî, tev jar û nexweş Gunhê me çi ye, ne sûc ne sebeb Ketin bin destan ev Kurd û Ereb Zencî û Hindî em hemî insan Kê em hiştine wisa perîşan Nîzam, nîzam... Nîzama hovan, ev nîzama xwar Nîzama faşîst em xistin bin dar Xwedî sermiyan, dezge koledar Em kirin bêçar, em kirin bin bar Kirin tar û mar... Ey heval Robson, Derdê min û te, ev derdê giran Zordestiya ko kete nav cihan Hin mezin, bilind, dehqan xanedan, Hin reben bindest mane perîşan Ji vî derdê me Markis îngilis Bûne du rêzan, bûne du hozan Lênîn Sitalîn rê şanî me dan Pale şiyar bûn xebat û lebat Roj hilat, roj hilat... Xelas bû rojhilat Roja sor, roja zer Ji Mosko hate der Tava xwe da Balqan da Elman Xwe berdaye ser çîn, çîn çîna mezin, çîna giran şewqa xwe da Hind Tev dagirt, cihan... Ey heval Robson, Karker û rencber, cotar şiyar bûn Reben perîşan bi hevre rabûn Bi tang û bi top, diçin şer û ceng Li her der qîrîn li her der hewar Li hawîr bû deng Dixwazin azadî, serbestî wekhevî Narevin... Lê dijmin ditirsî, direvî,direvî.. çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval Dikujin koledar-xwedî gund, xwedî mal Berepaş direvin bayloz, xanedan Malê wan malê wan, Bû bela serê wan... Tarîx, tarîx xiste nav sînga wan Dilê wan, çavê wan, Ev kelem ev mîz... Dicivin, dikevin, di şer de direvin Peykevin peykevin... Ey heval Robson! Me divê dinyake ko her kes dewlemend Dinya bû buhişt çi bajar çi gund Ji bo her kesî fersend û mecal Xwenda û zana, hozan û delal Qesra me bilind, bexçe xweş û rind Em tev de dilxweş li nav dimeşin Tilûr diqişin, cobar dixuşin çuqlî dihejin, pelik diweşin çiya pir bilind, dirêj, girover Tîrêjê rojê xwe berdane ser Dinya maye mişt, ji jîn, ji evîn Xweşî tev dagirt Her kes, her tişt, her der... Ey heval Robson Fermo em herin Serbest bigerin Bixun, binerin Bibênin bipirsin Zorker nemaye ji kê bitirsin Sinor nemane çibkin peseport Dilxweş û rûgeş hemî keç û xort Li vir xurînî bixun hingivîn Li Mosko taştê, firavîn li çîn Li Newyorkê şîv, li London paşîv çi reş çi sipî tev bibin kirîv... Firek bidin xwe, em herin Merîx Destê xwe bidin şêrîn û Zelîx Zîka riwê te maçkî bimijî Tîna dilê xwe bi te bikujî Bêje ezbenî, bêje ezbenî, Jola dikenî, Zika dikenî... Dengê te ê xweş herkes dixwazî Wî dengê şêrîn... Bêje ey heval, hevalê delal Bi saz bi qêrîn... Bimrî koledar, bimrî zordestî Bijî azadî, bijî serbestî. Ey heval Robson! Ev cîhana xweş Besî teva ye çi sipî çi reş Divê derbas kin rû biken û geş Dewlemend serbilind, Tev bi hev re rind... Nemênin sêwî, birçî û tazî Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî Bi hev re herin tev kar û xebat Heşt seet, çar seet, du seet Pir xweş e xebat Bo milet û welat, Ko bibin em bi kinc, bi xwarin Bi xanî, bi ronî, xwenda û siwar Li ber hev nanerin Bûn heval, bûne dost, bûne yar Hovitî nema ye... Tev xwenda, tev zana, tev şiyar Ev kevoka selam, pir xweşik pir ciwan Baweşîn, baweşîn bikî ew li ser me li insan Pir xweş e ev cîhan Tev evîn, tev de jîn Ax... Cegerxwîn Pir xweş e ev cîhan...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz