Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cegerxwîn

Cegerxwîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Ey felek, ka ew sera û Birc û qûnaxê di min? Ka rez û bostan û dar û Kanî ew baxê di min? çîçek û nêrgiz heriştin Tev ji bîna sor - gulan Surperî nayên semayê Kanî qozaxê di min? Qeb-qeb û dengê kewan Nayên li ser lat û çiyan Kûre - kûre rengê bûman Nalêya zaxê di min Ser bi zêr û çox bi surme Dest li ber, rû nale - nal Dê bi kê xweş bin di dil de Ev key û daxê di min? Bilbilê malik xerab Herdem bi hewar û girî Xweş li ser sorgul dinalîn Bûne ortaxê di min Qumriyan sed rengê awaz Wan ji derdê nêrgîzan Bûm li ser kox û kelat û Qesr û çardaxê di min Dijminê zordest û zana Tev welat girtin bi zor Erdelan û şehrezûr û şax û kurd - daxê di min Kurdê gernas ku şikandin Tîp û komên Ingilîz Ketne bindestê neyaran Bûne Altaxê di min! ? Diminê milet di îro Bûne rêber bo welat Ên bi xapan em dixwarin Bûne ocaxê di min! ? Ma gelo kevneperest im? Na, ne raste ezbenî! Lê dixwazim zû şiyarbin Dost û hevçaxê di min Ez ciger-xwîn im li ser vê Paşdemeyina welat Rengê efyon tên firotin Rist û ev xaxê di min... (Dîwana 6a, şefaq)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cegerxwîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz