Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
(Bo Zekiye Alkan) Şev şîna şîn dike... Hedan hêviyê hîn dike. Bahoz buharê bîn dike. 1 Şeva bê kelek, Tu, Pêlek ji Birca Belek, Û Pitepita bayê felek. Gulên çavhar di porê te de, derizîn. Movikên çaxê, poşmaniya qonaxê, nexşeyên deyaxê, di seqema xewnê de, lerizîn.. Tu, biyaniya şor, azadiya zuha, bazdana reha, Û bitavekirina meha, ji fîkefîka xwînê, dipengizîn. Çavên bêkevok bêgezo û bîhok. Agirê pîr.. Agirê ku ji qudûm dikeve.. Agirê ku di cejnê de, di pêçeka her du lêvên te de, radikeve.. 3 Girî li ser dara sibehê, rojhilat û toza gunehê, çiyayên geş, mîna şîniyê, çirên vemirî, mîna xweşiyê.. Tu.., bayê ber tavê bajarên ku xwe li ba dikin, sînorên ku goristanan li hev par dikin, stêr ku xwe bi ser bişirîna te de xwar dikin. Tu û buhar, guregurê di hêlîna evînê de şiyar dikin.. 4 Welat ku hat tîpên xwe di êgir de ji bîr kirin Dastan bi baskên Firat zencîr kirin Welat ku hat ewrên buharê kirin hêsir çiya ji xewnê re kirin pêsir Welat ku hat birûsk ji kalanê avêt şîrava koç û konan mêt Welat ku hat dereng di jînê de riziya dereng şîna sahî za Ûtu..., Û welat... qebqeba kewan dinoşe Û welat... li ser kêlan gula reş e Û welat... alên sor didirû Û welat... wê sibehê te dabû dû Û welat... pişkoka tirsê hildikir Û welat... sonda te bi agir kil dikir Û welat... kela berfê himbêz dike Û welat... şehîdan di tava rokê de rêz dike Ûtu..., Li morîkên welêt kerr û gêj bû.. Û welat di reşika çavên Diyarbekirê de, Gelawêj bû. Te berê xwe dayê, Pinpinîk e, bi hêsrên Kurdistanê bi destnimêj bû..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz