(Ji bo M. Efîf)
Şev bû...
bajarekî bêdeng û dev bû
canê te bi girî re li hev bû
pencereyên bîranînan
bi bagera nermînî
di dilê te de vedibûn
lerza qonaxê di dilovaniya berfê de
digevizî.
Û çûkên destê sibê
ji çîveçîva pênûsê derdibûn.
Te dîwarê min yê hilweşiyayî
bi xwe re dilorand,
te baz dida,
te xwe dida
ber hilma welat,
te bi ewrên evînê
barana sirgûnê dicivand...
tu diterikî
tu hildiperikî
tu hildiperikî salên reviyayî
tu dibûyî qublename
û rivîna
stêrkek nûrijyayî! ! !
*Ji "Nav û Dabeşkirina Xewnên Hîroyê"
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ehmed Huseynî şiirlerine dön