Gula berbero
Ya ku her ro
Bi pêjna te dilşad dibû
Dilîland
Û çiya bi xwe re dihejand
Ya ku zerekî sosinî
Bi ser hinarkên roavahiyê de
Dirijand
Ew gul ..,
Bû kul..,
Ji hesreta hevdîna te
Pêsîrên mirinê mijand!
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ehmed Huseynî şiirlerine dön