Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dê êvarek ji mijê li me bipirse!! Çavên berfê li ser devê riya te qerimîn! ! Paytext û meyxane şûnşopa kenê te ê koçerane bi xwe dadikin çûkên çiya ên şîrkî sinbilên helbesta dilşkestî bi nikulên Helebçeyê ji xewna bêbinî radikin. Nêzîk!! Em ê di festîvala giryanê de bicivin dê rexên te ji dara dilê min biweşin! ! -Xwe ji sînga min bemede Zîna baskokirî bi tofana şîniyê nede navê bajarê xwe, derdê tirşokî li ser dîwarê odeya min raxîn! Bavê Lorka hêdî hêdî ji reşka çavê Mizgîn daxîn! Nêzîk!! Evara ji tûtinê dê ji me bitirse!! *Ji "Nav û Dabeşkirina Xewnên Hîroyê"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz