Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Şino can!! Dilê min ê stewiyayî bi xencerên bêdengiya te. Hemû pêlên xav ên xwîna sor î matmayî xwe çem dikin hinarkên şeva goristanê, û şev şêt û sermest e! Li ber serê te bişkojên giyan dibişkivin, axa pîrozwer direqise çavên me dişkin û stêrkên penaberan ji dilşadiyê dinalin, hemû kulîlkên talanbûyî bîna xwe bi ser zelûliya gorê de diguvêşin... tu çûyî.. te kilîtên zêrînî yên daristanan, yên şkeft û qûntaran, bi xwe re biribûn bêtaldeh û dîwar, te em li ber barana reş, mîna çûkên baskokirî hiştine me dîrokek ji qralkan, ji te re dikir palpişt û me serê xwe, me her derê hinara xwe datanî ser gerdena gorê, ya ku ji tîna rokên koçbar, xelmaşbûn bi mijankên QENDÎL himbêz kiribû... Hespê te parastina me ji bahozên bêrûmet nedikir rim di goştê me de li ba dibûn gumegum di kezeba me de ditevizî simên biyaniyan di bîbikên xewnê de radiçikiyan me bar dikir û qantirên bînçikiyayî berya me diwestiyan, bi çavine girikî li me temaşe dikirin, û hêdî hêdî digiriyan.. Lê ji bilî gunehkariyê, ji çermê me nafîre lê ji bilî tawisekî, di hêlîna can de nîne ji bilî dewr û dewranên quling û nêrkewan di esmanê hişê me de nînin. Ji bilî sirûda qayikên bê deryavan di derya xwîna me de nîne.. Karwanê dil-bîhokî, hîva ro-zarokî qumrî û pezkovî di êtûna berfê de, dilerizîn.. vaja baranê, zixt û halana dîlanê saz û pinpinîkên kovanê bi dumanê digevizîn.. biskên şevînî, lêv û miska dilrevînî, çirên buhara nîvco, gerdenîka Şino û co, dipengizîn. Û Şino can bi hemû babetan dijîn, ta ku tovên hebûna te bi tavên evînê av bidin. Bi hemû xoş-xwan û lawik û dîlokan dimrin ta ku rexên nebûna te bi tîrêjên berbangê, bi xuşexuşa çemê azadiyê avis bikin.. Tu bi tenha xwe bûyî û di ferhenga te de demsalên girî zuha dibûn. Penaber in, koçer in, mişext û derbeder in, biyanî ne, bêgane ne, xerîb in.., ax Şino can ev peyvên oxira reş çi li bejn û bala çiyan in, bejna zirav î ji bîna zeyzefûnên kevnar, bejna şermokî ya ku xwe li nik kêlên gorê bi bîranînên nexşeke dijwar pêçaye.. Me bar dikir... Xwedan stûxwar dibû me bar dikir... Aras xembar dibû me bar dikir... gerdûn gemar dibû me bar dikir... jiyan tamsar dibû Û Şino can bi lez berê xwe dida şevbuhêrkên şahînşahiya berûyan, komara başokan û perestgeha hechecîkan. Were bi navê çiyan û dilovaniya xezalan, were tu û Ferat li serdema mêrkujan temaşe kin, biyanî ne ji dû pişta xewna me venagerin, her ku dibe buhar ji bîna şilêran bînteng dibin, bi seyrangeh û zozanan madtirş dibin, cîqên havînî ne, sînga wan û bayê Zozik li hev nakin. Bayê te mîna marmasîkî di gewriya wan de dimîne, xewna te kenê wan dorpêç dike û mîna bav û kalên xwe, lê vê carê ne bi hesp û şûr û mertalan, lê bi guUe û tank û topan Şino can, bi gaz û jehr bi balafir û serbazan Şino can, bi potînên stûr, bi singo û bombe û bi zikreşiya zemanan Şino can.. Mahabadê! Gêrikên rengo-rengo bi demûşa giyanê te ketine Mahabadê! Hespên boz î birîndar serî ji bayê ber tavê stendine Mahabadê! Koçer in, di konên bêstûn de, di şopa derdê te de raketine Mahabadê! Û ken ji nû ve bi adarokan re nifir e, pêjneke çetin e. Sar e û zaroka min heft mehî bû. ` ` Gulvedan` ` a min keser vedida û bi çavekî ziq î bêbizav li rêzên mij û çiyan dinêrî, her ku şûjinên dîrokê lerzek didan canê wê, vedicifilî li pêçek û çavşînka xwe dipirsî. Min Gulvedan bi ahengên seqemê dilorand wê jî behişta zarokan di hêlana sedsaliya bîstan de, ditepand. Û şîr di çiçikên êvarê de dimiçiqî, penêr û jajî di qurçikên buharê de diperçiqîn, sorgul di lêvên Gulvedan de zuha dibûn, kezeb e...! şêrîn e Şino can! Û va ye, çûkabehiştêye, bi baskên nermînîxwe dihungivîne bêdengiya gorê, perda şîniyê bi çîveçîva giyanê xwe ji ser rûyê dîroka segbav dide alî, tu destê xwe dirêj dikî û Gulvedana min î heft mehî di germahiya birîna te de xewa dawîn hildibijêre. Û bi tenha ye Sebrê! dînê te di werzên şîna xweş de serxweş e Di vîzevîza keldumana koçbariya te de morîkên reş e guharên şeva bêguh çemên hinarkên te, peşkên kila te î şor, ji ber dike bi tenha ye Sebrê çend kew di xurçukê de çend simbilên hesretê di quncikê de xewnan ji bîra dilê te dikişîne şalûrên kenê te fincaneke qehwe ji ava Xabûr û teşîrêsekê ji pêxêra bahoza te radikişîne goşiyên kenê te/ Tirş e kenê te, goşiyên sor xwîna nûrijiyayî li ser eniya sînor/ kanîn elbikên mewîjên te/ canbazên li hawîrdor/ gullebaran e Sebrê! Gulle, guUe har dibe kula te. Tamsar dibe firmiska ji kila te Û hawara te tûj e, qeymaxê şeva kor dişkîne Gava te ya sist û bêarmanc di goştê demê de hiltîne Mayin in di bin gîha de ne Mayin in di tevna riya de ne Mayin in di rojname û mehan de ne şarên Mûsilî ne, şohiyên kesrewanî ne kiras û xeftanên gulgulî ne, di kinişta şevê de di mala Xwedê de birçî ne ................... ................... Kî dê çiyan di dîloka mirinê de bilorîne! !? Şino can û şevên penaberan bêxew zîz dibin li w`alî pencerê, şevreş û pêlên xwînê bi hev re dastana seqemê, hawara berd û hîman dadimezirînin. Û li w`alî pencerê, rengekî qetranî ji spîbûna oda min diherike bi ser wêneyên dîwêr de dipêle, hemû bîranîn bi hev re diteqin. Dilê min î ji qirkirinê, ji ferhenga şehîdan xwe ji gerzela bêrîkirinê çem dike, xwe radipelîne, digindire bi ser nêrînên te de, bi ser dengekî xemgîn de, dengekî ku dirust bûye ta ku bikaribe damarên şevê di ser dev re bibe bi termê rokê. Dirust bûye ta ku bikaribe dil bi şîniyên giranbuha binermijîne. Û dîwarên odê Şino can diqirçin, ` ` Kanîspî` ` diponije û roj ji maça "Helec" hiltê. û gora bêdeng di pênûsê de radipere, "Bavê Felek` ` û dilê Kurdekî bêwar bi hev re diqîrin, şadî mîna xiltê kwîr di taristana navdar de winda dibe. . . Ne helbest bi kêr tên û ne lojîkajînê ne şev diweste û ne jî karwanê, kînê ne gul vedibin û ne jî peya dibe siwarê evînê: Lê lê lê Sebrê! Mi go wextê malê me bar kirin ji belê Lîbelê lo... Lê mi go qasidê xelk û `alemê tev diçin û têno... Qasidê min û bejna zirav, dêmên dugulî gulokê berfê, tavê baranê tev de têno... Ay lê lê Sebrê... Lê lê berxê... Bavo hey bavo.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz