Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Berbeyaniya ku di koşeyên wê de balefirên te yên kaxezî û hetava te ya ji xweliyê dilikumîn, Berbeyaniya ku deng ji birîna te nedianî, berbeyaniyek e poşmandar û bê nan û xwê bû. Balefirên ku toza te radiperandin û bijankên kolanên te bi lerzê av didan, ji cergê sedsalê ber bi girî ve sernişîv dibûn. Tu li xwe û li zingîna sirûdên xwe temaşa dikî û wateyên mirinê vedibijêrî xwe bi talanan sertac dikî. Dilê te, di gurmîna cegerdar de, di xirecira rêçên olan de di rengvedana sorê alan de di xweamadeyiya hespê êlan de di sûkirina kêran de, hildiperike asoyên gûmanê! û rûpelên veçiryayî yên çîrokê di rondikên qonaxê de dinimîne; Destên te yên ji beybûn û qamîşan, wek hestine xunavgirî, herikîna sirûdan zeft dikin û xwêdana sar ji ser eniya Seîd Axayê Deqorî zuha dikin. Serbazên nenas li ber termê peyva te radiwestin, stêrk ji çavên pirtûka te dirijin û bejna te di ferhenga şewatan de li xwe, li me, li tozê, li xweşmêrên bagerê mikur tê: Ez Amûda şewitî me! Ez Amûda Bavê Mihemd im!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz