Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
li vir bimîne keskê zeytûnê, xuşîna serkaniyan di dilê helbestê de biçîne li wir bimîne û xewna min ber bi axa sar ve bişîne li wir bimîne teşîrêsan hînî tîrêjên êşa min bike û bi teşiyên bêhûdeyiyê xewnên min birêse toza kenê xwe ji ser cama dilê min daweşîne lê li wir bimîne di nalenala peyvê de bimîne li wir bimîne da ku ruhê min li ber keviya lêvên te bi azadî ji bo azadiyê bilîlîne li wir bimîne da ku darbesta li ser milên bagerê bi tenê nemîne li wir bimîne da ku dilê xwe derxînim xwîna xwe bi navê te vêxînim û nameyên evînê li ber lingên tirsa te raxînim li wir bimîne berî barana bêrîkirinê bibare berî bager biskên te bibîne li wir bimîne min bi ser xwe de birijîne û di ferhenga dilê min de bimîne li wir bimîne nameyên poşmaniya min bixwîne dilê min veke û xwe tê de bibîne ruhê min veke û ji min bistîne helbesta min jî veke û li goristanên vê Rojavayê bigerîne li wir bimîne hetanî ku hezkirina min ev e bila dilê te ji min nemîne *Deşîfrekirin: R. Xendekî (ji ber dengê wî)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz