Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Eger hat û çiyan bi dilovanî destên berbangê ji pêçeka kevirînî ya evînê deranîn... Kelagirî di dilê Hekarê de geştir dibe, li serpelên axîna wê î tûj - ji bêçarî - kew û dîlan hev dinasin. Berbanga te, di banga riziyayî de, mat mayî dilop dilop bazdidejiseyranaşûr kulîlkên bi demûşa şebnemê yên bi nûçeyên dawa serdemê, har bûbûn li pê te li pê xizêma dilê te gihiştin xwe dahiştin pêla rewrewka dûr vê taristana kûr. Mêvanên te ne potîn û xewnên stûr bagera tozê, romî û kûrekûr serbazên çavsor, psîkopat rimbazên bêcir î bigincir, mirin, mirina ku tiqiyaye cûr bi cûr tiliyên te ji nifiran derdibin şîşên birînan di lerza te de, kerr dibin û sibehên te şermîn in, koçên xwe di mij û talanê de bar dikin êvarên şîrkî di herikîna gezo de: şûnşopan û çizeçiza dilan hêlînên hêwî yên qulingan sersariya rêvingan reşgirêdana gulan di ava maçê de, nas dikin helbestên barana tirsokî sazbendekî bêhiş, tembûreke kod bixwîn bext dane te, rext dane te, next dane te, gulvedana termê te, sipas dikin. DerabeHekarê!! Li te gunehkarê şevbuhêrka te, dîrokatenûye... şîniya te, gavapayîzê zûye... tu ar î, tuneviyadûye... bûkajigîhasêvkê bêlîlandinûberbûye... Şevger, payîza pirçzer, digindirin zarokên bi şîrvekirî, çavşînkên şimakirî, digindirin zimanê jêkirî xwîna xwe dimije, digindire xwe çem dike devê berbanga gemkirî salên ji berû û mewîjan, çûn winda bûn. Bi hetava giyan re zîvirîn û gindirîn xewn ji hev ditirsin hêsrên hinarkên zer diçikin, zarok navên xwe, rojçêbûnên xwe diçirînin ne dilşad û ne dilşîn in şagirtên serdema ceger bixwîn in, lepên gundiyan bi lez movikên xwe hiltînin tarî bi gazin e ji tarîtiya xwe tû dike rengê xwe, dergeh tên girtin bahozên zer poşman dibin rûbarên sor ji keskesorê bêguman dibin zemîn têt xemilandin seranserî Hekarê têt çirisandin: bi maçên zuha bi lêvên qelişî bi sîngên sîngokirî bi pêsîrên tazîkirî bi Hekarê,... nîvsax nîvsaxî mirî. Hekarê?!! De rabe ser xwe! Rabe, zengil bide dest xwe hemû rexên payîzê ji hawara te re hatine afirandin kolan bi kolan dilbijokên te ne hemû gomepaşên tovên gwîzê gor bi gor dilbijokên vedana te ne dayîkên xwas li ser bênderan berzûrî pêxemberan dibin sorgul guh nadin mûzîka baranê Yezdanê pak û dilzarokî Xwedanê not û neh navên fediyokî ketiye serê dîlanê Hekarê... têkeve destên wî, pêlekê ji xwêdana xwe bidiyê lê xwe mediyê lê lê lê bi qurbanê. Payîz e Hekarê de rabe gulokê vexwe, wekû şûrekî di ber xwe xe nalîna ti`okê rabe ta ku em bi ava bîhokan destnimêj bigrin mane: rojhilat di xeftanê te de asê bûye! ! Rojava di çepkên te de çêbûye! ! Bakur ketiye paş çeperên şevê! ! Başûr bûye leheng û hozanê revê! ! De rabe bo min bêje: kîjan darê ji dilê xwe re bikme kerker kîjan darbestê ji govenda birçiyan re bikime per kîjan çiyayî ji hejmartina qamçiyan re bikme ferheng kîjan zemînê ji sifûda serbixwebûnê re bikme pêşeng kîjan helbestê ji naskirina hebûnê re bikme sînor kîjan mebestê ji gewriya nebûnê re bikmetor...? Rabe bo min bêje: kîjan stiranê di bin çermê xwe de veşêrim bo piyala serxweşiyê kîjan lavlavê hilgirim bi dû termê xwe de bo şemala rûreşiyê...? Kîjan peyvê ji te re bikme balgeh? Kjjan xencerê ji pêşenîka te re bikime şeh? Kîjan QENDÎLÊ ji cergê te re bikime reh? Amade be Hekar! Ez û tu bi tenha xwe ne bo te şîn, bejna qirkirinê ûçavênZîn.. bo min kîn bîna bendewariyê kêferata HEMRÎN Hekarê! ! îro... min tu ji serhişkiya çiyan hilbijartiyî îro ... min tu di albuma giyan de veşartiyî îro tujînî, dilrevîn î bi vizeviza gullan jimartî yî di riwê min de girtine, guliyên berfe li ber çavên te yên hingivînî sêdar kirine banga defê ta ku /HEKO/ ne dawiya qîrînê be ne mizgînxêra evînê be ne goşiya çinînê be ne xewna ax be ne bûka taxê be tên, ji çar alî, demsal û payîzên qerfê. Bêdengiya te payîz e mirin bi ser te de ket gulwaz ji ferhenga te diherikin, bê minet diltengbûna te li gullebaranê rast tê dilê me bi ser te de dikeve/ welat dibişkive di guharê berbangê de dilive/ tevzînok, pîrhevok, te bi nav dikin Dilop D i 1 o P Canê te li me belav dikin H E K A R Ê H Hawar e. Zixtên serxweş dihingivin gurçika rojhilat Hişê hîman bi qolincan têt guvaştin Dilsojiya pinpinîkan, hej û xwelibakirina gulan, goristanên bîrtûj, bi tîpên reş î geş dinivîsînin: xelat, xelat husa hatiye serê kewan, romana bênav e wişeya bêzirav e, navnîşana felat e...felat. E Esmanê gerdenşîn e, ewrekî sergerdan û dîn e, dêmên teze û berberoka terikî xwe newq dikin banga gulfiroşan ji xilmaşbûnê radikin sînga germ bi aleke pîrozî şa dikin. K Kevok li hev dicivin xwe dişon bi keskesora çiyan xwe dadiweşînin ji ariya topan xwe diçivînin xwe digihînin hêlîna kilkirî û şaxên nîştiman. A Azadiyeke sor bi poşên xwe perda bindestiyê diçirîne bi quloçên xwe navê zîndanan li ser eniya rokê dikole. R Ronî, nimebaran, rêçên tazî, dastanên bargiran, çûkên şilbûyî, cejnên kûrdûnde, bazên ku di xebxeba çiyan de dilebitin ji pencên berbatê difilitin: Kurd?!! Kurdistan an Kurdistiran gêrikên bê moristan tiriyê merzone û lêva sedsaliya bîstan. Ê Êş, keziyên hevrêşimîn dipêçin bîranînên şêlû û serserî, di xewnê de dibin bîn-bîhok çivîk û zarok te himbêz dikin: Bûka Agire Nazi k e Lêvtenik e Payîzxêr e, gimijîneke bi guregur e. Hekar!! Wê gund û şar sazbend û gulbuhar bimrin berberojên ku stûyên xwe bi dû rokê de xwar kirine, dê bimrin lê, dê şilî têkeve şûna zuhayîyê dê banga te aza bibc ji pencên bayê dê şalê te raweste li bcr pêlên tayê çûk, pepûk, taristan û neynûk dê biweşin ji duriyana axîna dayê Payîza 1984-an.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz