Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Pênc demsalên kerikî Di hêsrên te de dinivin... Pênc oqyanûsên zerikî Di xwîna te de dilivin... Buhareke qehweyî ye Lêvên te dişo ji stêrkên tirsê... Buhareke kesk î tarî ye. Çîçekên gerdena te dike pîşo Û guh nade pirsê Û buhara te tê Ji leylan û xweliyê Ji kuncî û tûtina qaçax Ji pîvazterkên Xursê Buhara te mîna ziya xwe dadida gimijîna Xwedan Ji bêrîkirinê şiyar dike Termê helbestan Serpêhatiyên te dixwîne Demsala te bi te Û bi şîrava xewnan dimîne! !

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz