Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Min digot: Nebêjin, na nebêjin! Vê reşgirêdanê ji nû ve bi ser newqa qonaxê de nerêjin. . Dil bi pizota oxirê, na hey zalim! de bila çûkên li ser kaja kenê te bi gurîna xatirxwestinê nepêjin. . . Min digot: Henasa şevbuhêrkan hogirî dûmana lêvên te dibû, lavlava şermezariyê hildiperikî keviyên kovana te, velerzîna bazbendan di siverêyên xewna te de diqurifî, em li ber asîtanka bisaftina te berzûrî rûperî û dîlberan dibûn, û di taristana berfreh û navdar a çavê te de, û di goristana brîndar a navê te de, di daristana lez-gavên te de, di aheng û saz û awaz û di çêregeha rondikên te yên derengmayî de me bêdengiya xwe, me agir û pêtî û diltengiya xwe bi ser êvara dilê te direşandin û em diqîriyan: Ji bo çi ey xweda? Mane ji ber xwe ve dê ORGA gunehkar di dilkê dil de biteqiya! Mane ji ber xwe ve dê di pirtûka rojan de û di kezeba gulan de mirina çavreşan binimiya?! Mane ji ber xwe ve dê dar bê bager, dê şev bê huner, dê pencere xemgîn, dê sirûd reşbîn û bê zingîn bimînin, dê ciwanekî bi tenha , bengîn û şeyda, bi ser qeşmeriya axa sar de bigiriya?! Min digot: De rabe hey zalim dev ji laqirdiya mirinê berde! De rabe! nebûna te ji boyî harmoniya talanê kul û derd e! De rabe! da ko hezar stiran di şeva Qamişlokê de bi hev re ji dayik bibin! De rabe da ko şûna helbestê di hişê tirsê de, di damarên pirsê de bimîne Da ko HELEBA kevnar rondikên te di gupîtka gizingê de hilîne. . . De rabe da ko bîranînên te ji me re nebin sêdar! De rabe daku tiliyên te xwe li gerdena xatirxwestinê nealînin, nebin koremar! De rabe goristan sar e, dengbêj civiyane, sibehe bê te nabe. Bîna qehwê gerek bi ser bişirîna te de dabe, Min digot, nebêjin, na nebêjin: Ma rast e ko anuha bi tenha xwe dimîne, bêyî me , bê ORG, bê tûtin, bê xewn û bê lîska bi zarokên Taxa Xerbî re!!? Ma rast e em hew rûniştina wî, destşûştina wî, biraştina wî, dibînin ?! Em hew hêsrên germ, ji çavên wî, bi ser hinarkên şevê de diherikînin ? Ma rast e ko ew tilî dê bê bizav, ko lêvên xweşik dê bê xunav, ko çavên bê xew dê bê sîtav, ko êş û newa û kew dê bê sîrav bimînin?. Ma rast e ey hawar! Ko em dê kulîlkan ji xweliya serê çiyan daweşînin û li ber serê sazbendan, bi navê koçer û revendan biçînin!!? Ma rast e ko derza dilê me dê li van dûrewaran bi mirina te jî biderize, ko giyanê me dê di nav zixtên kêra kêla te de wek çûkekî birîndar bilerize!!? Min digot: Ji kuç û kolanên dudil re, ji paytextên bêzarî û ji mişextiya gawir re, ji barana destê sibê re, ji roka ber êvarê re, ji keskesora çavê miriyan re , ji stêrkên westyayî yên esmanê havîna werz û bîstanan re, ji xirecira xwêdana sermest ya govendgerînan re, ji serkêş û dastana birînan re, ji toza dilnerm a li ser zuha-biskojên nisrîn û gulçînan re bibêjin! Na Ciwan na! Destê xwe ji destê me nerevîn, zêr tiliyên xwe ji gerdeniya ORGê berned! Bi awirên xwe yên mehreban jena ko di dil de maye nesotîn! Ji nû ve xwedanê şîniya giranbuha di tengerêyên xwîna şikestî de nelivîn! Ronahiya me bi tenhatiya gorê ned! De rabe teniko! De rabe xwesiko! De rabe jiyana ko ji ber axînan maye, bi birîna koçkirinê, bi ser serê xewna me de neherifîn! De rabe bi hestên narîn, bi gulbarîn, sirûda xatirxwestinê, di hişê bêrîkirinê de biteqîn! Min digot: Ma we tiliyên wî bi kesera me hine kirine? Ma we gulava bîranînan, "Narînê hey Narîn " "Tolikvanê Meyro " Bi ser canê wî de dakirine? Ma we gulek berbero xistiye bin serê wî? Ma we ber bi şîniya çiyê de vekiriye berê wî? Ma tem û awran, nermebarana fedyokî, li ser serê wî dilîlandin?. Ma kevokên bejî, û hechecîkên me jî, xwe bi ser darbestê de diçemandin?. Ma we tembiya wî li kulîlkên buharê kiriye?. Ma we lepên şevê ji ber devê goristanê rakiriye? Ma we hêsrên me xerîb û sêwiyan li tevlî hawarên xwe kirine? Ma we jê re gotiye: Ko mirina te Ciwano jibo me herroj mirine?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz