‘Brûskek bo helbestvanê kurd Rênas Jiyan
û hevalên wî yên di zindana Mêrdînê de’*
Li paş wan dîwarên asê,
çendîn bask li ba dibin
û çendîn sorgulên hesretê
li ber keviyên dilên we yên ji axê, diçelmisin?
Ma evîna (Janya)yê li wir e
yan serbir û pasvanên psîkopat
ên pencereyên xewnê?
De ka derdên zimanê xwe bibêjin
û çîrokên xewnê ji qederê re raxînin
da rexên beravêtî berên xwe bibînin
û gumanên ji kevir li hêlînên şewatê vegerin!
De destên xwe ji agirê sirûdan
ber bi ava xewnê ve rakişînin
û silavên xwe li ser bişkojên nexşeya ji giryanê
li cî bihêlin!
Dîwarên ji xwînê bibêjin!
şevçiraxa çavê zînê bibêjin!
Mîna ko gotin di zindanan de ji dayik bibe
û xetîreya bengîn radestî taristanê bibe
û xweşmêrê ximavê ber bi dastana reş
a nemanê ve sernişîv bibe,
bibêjin,
mirina jiyanê bibêjin!
Dûmana sibehên ji toza biyaniyan
bibêjin!
Bîna bin çengê çiyan
û velerzîna giyanê riyan
û xwekuştina pinpinîkên sînga diyan
bibêjin!
Bejan bibêjin!
Avan bibêjin!
û reşgirêdana helbestan bibêjin!
Hespên xwe amade bikin
û dîrokê bibêjin!
Pirsên xwe amade bikin
û serjêkirina kevokê bibêjin!
Mûmdankên xwe amade bikin
û tolgirtina bîhokê bibêjin!
Reşbelekên xwe amade bikin
û nehwirînê geş bikin
û ji serî ve çîrokê bibêjin!
Ji dawî ve çîrokê bibêjin!
Ji nêvî ve çîrokê bibêjin!
û
û
û
Ji LALî ve çîrokê bibêjin!
Stockholm, 19-05-2002
*Nûçe: Rewşenbîrên kurd li Tirkiyê hatin işkencekirin
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ehmed Huseynî şiirlerine dön