Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

22 views 0 likes
Li paş wan diwarên asê, çendîn bask li ba dibin û çendîn sorgulên hesretê li ber keviyên dilên we yên ji axê diçelmisin? Ma evîna (Janya)yê li wir e, yan serbir û pasvanên psîkopat û pencereyên xewnê? De ka derdên zimanê xwe bibêjin û çîrokên xewnê ji qederê re raxînin da rexên beravêtî berên xwe bibînin û gumanên ji kevir li hêlînên şewatê vegerin. De destên xwe ji agirê sirûdan ber bi ava xewnê ve rakişînin û silavên xwe li ser bişkojên nexşeya ji giryanê li ci bihêlin! Dîwarên ji xwînê bibêjin! Şevçiraxa çavê Zînê bibêjin! Mîna ku gotin di zindanan de ji dayik bibe û xetîreya bengîn radestî taristanê bibe û xweşmêrê ximavê ber bi dastana reş û nemanê ve sernişîv bibe, bibêjin mirina jiyanê bibêjin! Dûmana sibehan ji toza biyaniyan bibêjin! Bîna bin çengê çiyan û xwekuştina pinpinîkên sînga diyan bibêjin! Bejan bibêjin! Avan bibêjin! Reşgirêdana helbestan bibêjin! Hespên xwe amade bikin û dîrokê bibêjin! Pirsên xwe amade bikin û serjêkirina kevokê bibêjin! Mûmdankên xwe amade bikin û tolgirtina bîhokê bibêjin! Reşbelekên xwe amade bikin û nehwirînê geş bikin û ji ser ve çîrokê bibêjin! Ji dawî ve çîrokê bibêjin! Ji nêvî ve çîrokê bibêjin! ÛÛÛ ji LALÎ ve çîrokê bibêjin! *Stockholm, 19.05.2002 **Çavkanî: x.com/mikailbilbil

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Ehmed Huseynî
🛒 0

Your Cart