Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
YEKÇIRA 1 Çiqasî tî bûn çiyayên te? Rewrewka hesinî ji xewnên Dimdim bû çiqasî di derya jînê de karwanên te perwanên te mirina şevçiraxan dîbûn? Av bi zimanê "Pîremerdûn" diket evîna me, gulçîna me, govenda gulan, ji buhara şûr û riman dadiket, qevdek ji roka şkestî mistek feryad û serbestî ji guHstana birînê derdiket, li nik mij û keldumana ziyanê zuha, bêbaran û bi tenha radiket. 2 Xewna te li kû ye Xwedayo..? Û keskesora yanzde rengî di esmanê şevê de dilikume te em bi şîrê şêran xapandin te em di gerdenîka komarê de civandin û AHOREMEZDA di bayê sibê de di lerza mûmê de livandin û guhanê SABLAX va ye bi tiliyên te dinixume.. ma te ha ji neviyên xwe heye..? Hişê me di sînorê gemamê de kerr bûye êvara ku şilêr tê de kuştin va ye di birîna guldankê de werbûye teyrê berate ro li nîvro fêrî goştê me bûye û tu jî bi ser de çûyî û kenê sorgulê jî bi te re çûye. 3 Ewrên bêrîkirinê xwe ji sê hawîr li te digirtin dergehên dîroka ji xweliyê bi dû Mezopotamya de digirtin.. Komara ji xunavê, ji werzan û tavê, ji bejna sûlavê, ji destên te ên yasemînî radigirtin. û me newqa çiya, baskên giya, dagirtin bi mêran û egidan daristineke tirs ristikek pirs te da ber xumexuma şehîdan, û zinarên zirz î miz mişt dibûn bi pezkoviyên aramê serdema şît î xiniz dijminên çavsor î diz bûbûn kevan pelû dibûn mîna guran qirêj dikirin pîrozbahiya gemamê. û dilşadiya şîrgermî bîranînên sedcar.. Yekçira xembar çarçirên kevnar Dafên te bapîr û lavlavên te her çar şîlanên jîndar.. bi ser kêferata me de piç bi piç mirin bi mirin daketin xwar. 4 Û Qazî!! Tarîbûn di hilma şevê de tîrtir bûbû giyanê te ê ji çavlirêmana gîhan di serhişkiya bayê kur de şîntir bûbû xencera te ya ji Xelat û Sîpan di azadiya ber tavê de zingarîtir bûbû qada merd.. rivîna bada te ya bi derd gezoya talanê di bêrîkên gwîzê de sersarîtir bûbû zimanê te yê ji lalan ji destpêka jena nîştiman di devê berfa sor de tîtir bûbû. 5 Wê gavê me rexên sirûdê bi nermîn kolan lê bêbext bû hişê "şehrezad" me xaçerêkên xewna te bi tûj-rengên balgeha Zîn kolan; lê bêbext e evîn ku ji ferhenga Xanî be Mîtra li me vedigeriya, disincirî Baba Tahir xwe radipêça bi helbestên kelogirî. 6 Wê gavê Kawa di çarçira de vêdiket. Anahîta diçirisî li ser hina xwîna te dilê te ji ne`ne`ê kesktir bû hawara benefşan raperîna zime û deholan çi li bejna agir bûn hêlînên kevokan ji cubbê te dipekiyan cendekê Gelawêj Zendavista û dengbêjên bênimêj li dilovaniya Laleş vedigeriyan. Û Qazî!! Koremarekî ji milên Zehak di hubra Şerefxan de radiçikiya. 7 Wê gavê me bi hêsrên xwe bang dikir: Yekçira ye û kerkerên mewîjînî, hê penaberan ji keserên Mahabadê nepîvane... Yekçira ye û goristanên bêkêl hê di hinarkên berbangê de ne xuya ne... DUÇIRA Zistana xemgîn, du çirên zêrîn û kulîlkên Komarê ji tenûra bendemanê derdixistin..Bi gullebarana bêol û dîn Kuliyên wê, guliyên wê, weliyên wê diristin.. Kîn e, talan e, xwîna kewan e, bi ser guliyên berfê de dadixistin. "Eger te bi qurtek av ji Deryaçey Mahabad tîna xwe şikand. . . Eger teji bêçarî dengê xwe di dîrokê de çand... Eger te devê xwe ji lepên şebnemê berda. . Eger tu bûyînûner, siwarê mehîna derda Eger te kuç û kolanên sor derbas kirin... Eger teşîrêsan teşiyên xweyênjixwînê di hişê te de rakirin. . . tuyêbizanibî ku tu gihiştî sêdar û canê Kurdan..." Û çirîskên qaşa gustîlka te, sirra miskê dipêliya li ser kenarên wicdanê te û karbanên tizbiya felekê ku yekoyeko li ser darbesta Komarê radixistin û hatin zikreşiya wan di çavê wan de rimbaz û serbaz di gava wan de derbas bûn zîzbûna şevê.. derbas bûn navika sêvê.. derbas bûn hêlîna çûkan.. derbas bûn bişirîna bûkan.. em di oxira tûj de daleqandin mayinên şîniyê di me de teqandin wê gavê.. her du çirên westiyayî pîjên roka çiriyayî û xweliya ji ber renga mayî ji goristanên me derdihatin Em bi dû şopa te ketin sînorên te ji çermê me diketin ta ku em di Sîbîrya re derketin sal bûrîn di seqem û xwelîdankan de digevizîn li ser balgehên bêrîkirinê dilerizîn wê gavê perwana te bi agirê dilê me haş bûbû pêdariya tûyên Şino bindestiya berûyên Balanbo û rastiya baranê şaş bûbû lê hê em zarokên te ne.. serê me ji lêvên çiya nermtir e! ! Dijmin bûye dost, rih nebûye bost! ! Û kew...hew dibe dijminê serê xwe! ! "Merqeda" te li kû ye Qazî Ta ku em bidinê berê xwe ! !? Ta ku kûrekûra Ûrmiye bimiçiqe... ta ku Zê bi xeml û xêz ji kenê hîman bipijike ta ku zirta me jî di nav tiliyên te de bixeniqe. Em neviyên te ne kenar in ji bo bihurîna navê te mişext û bêwar in hildiperikin dawa te komarxwazên şîn in sermest û dîn in diniqutin ji sawa te. "Li nik tirsa xizêmzîvê.. li cem raperîna siya behîvê li ba bêdengiya çemê axînê ligel arama şaxên birînê bi dîwarê zindanê re bi ferhenga kovanê li nikdîlanê çîrokên talanê mirina baranê fêr dibû têr dibû ji hezkirina jiyanê." SÊÇIRA Mem û Zîn Tiliyên we yên bê xelekên nîşaniyê bi ser ava Botan de diweşiyan.. dîwarên Birca Belek dilên bêkelek li gel tac û gulwaza Komarê dimeşiyan. pelên gulbuhar û lalan winda dibin bi cobaran birûsk, payîz, hevdîn, rojên bitîn bi ahengên we re dinalîn û diêşiyan şev e Zînê tevlîhev im dûrî te me ji xwe direvim were dînê carekê binoş vê şêniyê ji min bidoş çavên te bûn bo dîlokan bo rojhilat û pîrhevokan çirên te bûn.. ewrên rûreş ji gavên te bûn ronahî bû bendemana spehî bû Mem û axîn, ji şevreşê dikêşiyan.. Ferhad û Şêrîn Destên we di penceran de xilmaş dibûn qulingên westiyayî, asoya bê ba mayî roka ku bi pêlên kesk diçû ava diyarî we dikirin.. koçer û kerî li we dizivirîn xaniyên ji kilsa demê şar û bangên li paş gemê xwelibakirina nîştiman lîlan û razan di kezeba bendemana we de radibûn û di derya eşqa pîroz de kef û şîniya şîn hişîn dibûn lê şêrînê lê bîhokê fermo dilê vê kevokê çirên te bûn diçirisîn li ser xwîna wan sorgulan kewên te bûn xwe dispartin kurtepista wan kavilan rêwî hatin lê şêrînê konvegirtin li dor birînê bi tenha ye gir jixewnaye tu dilşad î!!? Tu bînçikandina Ferhad î. Bi lapûşkên wê zemînê.. Siyamend û Xecê Sîpanê Xelatê Di ser dev re çûye bi pirsan, û muzîk û seyranê qonaxa bê tevzînok di xwêdana gavên Demilqiran de, winda bûye pezkovî ne, li deşta dîrokê diçêrin bêrîkirinê..rojhiIata xewnê dihêrin şevên we, ava reş ji denê rokê vedixwin stêrkên ne xuyayî mirina çiran û oxiran, perda hawarê li ser Silîva radixin Lê lê Xecê! Ne gelî ye ne gilî ye ne xwelî ye ne jî sî ye xwe dadidin şax û xêzên vê evînê Lê lê Xecê! Lê dayîka vê birînê Siyamend e ji elind e xwe dipêçe li giyanê vê zemînê. ÇARÇIRA 1 Yazde mehan stûn li bin perwazan vegirtin Yazde mehan karexezalan dilên xwe di rûyê rokê de nedigirtin Mahabad û xuşkên xwe ji kêfxweşiyê digiriyan Kulîlkên azadiyê, bi bayê berbangê re difiriyan Lê belê hatin!!? Hatin vebişirandina çarçira ya zelal û dilovan hatin xilmaşbûna qumefilan li ser dêmên nîştiman *** Û êvarek perşkestî bi dû de dihat seyrangeha leşkerên oldar e celladên Ey Reqîba Dildar e Dilbijokên guharên te ne Bi`okên avî û darên te ne ûhat. Nesrîn di destê xwe de kirin berbat û Qazî tu mayî Hevîrtirşê rojhilat... Tu keskekî tarî û dilsoj bûyî bîranîna her cejin û roj bûyî serpêhatiyên me gemameya başokan kurtepirsa cangîran kurteçîrokên bapîran erê, erê tu çîrokvanekî bêwestan î, zeyzefûn û biya bî, zeytûn û kinêrên cêwî guhên xwe miç dikirin, di tovên tirsê de wêneyên te hiltînin.. hişê zistanê bi heyvanê Çarçira dimeyînin.. darikên sîwakê û lerza sêdarê bi hev re ditepînin. 2 Wê gavê em zarokên te bûn. Keyqubad em bi nav kirine Zeredeşt mîna qizwanan mîna toza sim û karwanan em belav kirine paytextên spî, bêxweşî hezar sînorî bi me veda trên û gemî h me siwar bûn şev û tenhatî di kenê me de rabûn u.. Hê xwîna te di hêlîna çarçira de zuha nebûbû ji nû ve hatin çi bi lez in ku tên Qazî? Hê buhara Vasteras* negihiştibû şebnemê bilorîne gerdûnê ji bîr kiribû ku çerxa mirina me rawestîne hatin desmala te ya hevrêşimî ya ku me li dor êşa dilê xwe girêdabû. Gur in...gur in gur hatin desmal û dil bi hev re birin. 3 Wê gavê bi lepên nalînê cergê çiyan badan bi dû çil û pênc mûman de lehiya êgir bi girî dadan. 4 Û hê jî em zarokên te ne Qazî Te bemadin ji jîna xwe bi te dijîn evîna xwe. "Eger tu li Çarçira bê rêber, bi çevger û matmayî mayî, Eger tuji tirsê tî bûyî û tu ketî gergerînoka belkoya esmanê sahî, Eger te dilê xwe danî ser destê xwe û te kir qîrîn li çiraxa wî Xwedayî, Eger te tembiyên xwe yên zelûl û sarkirin dar, Eger te hirmiyên xwe yên tirsok û jar, kirin mar, Eger tu hingivî Mahabad Tu bûyî xembar, Eger tu ji çarçiran dûr ketî tu di nav baxên bîranînê de raketî tu bûyî sermest û evîndar. 12.09.1990-19.01.199I *Navê bajarekî Swêdê ye ku qîxa Qazî Mihemed, Iffet Qazî lê hate kuştin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz