(Bo Menalê)
Du sal çûn!
Di ser şiva bêrîkirina min re
derbas bûn.
Du sal çûn!
û berf di nava min de disincirî,
çiqasî dûr im ji wê hinarka kelegirî!?
Te pişta xwe dabû dîwêr
hêsrên te di çavên min de
bûn kêr
min hewil da ku xafir ji te bixwazim
lê wê nîvrojê
apê te ji kulan re
bûbû çêr
Menal!!
Menale!
Du sal çûn!
maka dilzariyê çirandin
ez û tu,
qonax û Gurê Manco ji dayik bûn
û birîna giyanê min
hê jî maye bê dirûn!
*Ji "Nav û Dabeşkirina Xewnên Hîroyê"
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ehmed Huseynî şiirlerine dön