Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
DIYARBEKIR Bîranînên te, ji sorekî serhişk in çend stêrkên xewrevînê, wek evînê Bîranînên te bi neynûkên matmayînê ji kelmoza birînê, der bûbûn Goristanên xunavgirtî di hilma serbazan de, Xaniyên hedana te, bagerên reş in, kolanên pirsokî, bi bendemanê serxweş in, bazirganên gerdeniya te zirnevan û semageriya pinpinîka te, û qirêja darên hejîrê, tu û şîn- şeva spîndara dilê xwe Esman û niştiman di payîza bêrîkirinê de zer bûbûn... Birûskên te, nimebarana kovanê Dahola çiriyayî bi cinihê ziriyanê Qirçeqirça tîpên te di nav pencên tozê de çepkên te yên xav û zelûl, bi dû termê dozê de Gava mirin di çaraliyên taristanê de li te digeriya!! Gava Behra Wanê, bi poşmanî, kefenê te li xwe dipêça û digirya!! Gava roka ber êvarê radest bûbû li hemberî xweşikbûna çiya!! û... ! ! Gava di ser dev re çû ... berû Tu ji xewna tal rabû Te biskên rabirdû hûna! ! AMED!!? Me tu bi şîr û şekir xwedî kir... Me tu di himbêza gulê de kedî kir.. hê me baskên te bi binefşên girî venegirtibûn Tu bûyî wêrangeh û xopana Diyarê Bekir.. De rahêje agirê nanê xwe, Simbêl badana bapîrên xwe, Raz û mamikên ava xwe! De bilezîne, Destên xwe rapelîne li zinarên nava xwe! De bi nermîn şiyar ke ji westanê gava xwe! De tovên biyê li wî alî sînor şa ke bi silava xwe! MEHABAD Tiliyên xwe, yên ko Tirî û kevokên serjêkirî nas dikin Ji paşila dîrokê werîne der... Mûristan e, teqiyaye di bişirîna te de Dil û can e, şîn hatiye di qîrîna te de çarçira ye çûra gura ye Xura mila ye serdar û sêdar û gundên te çirên rojhilata xemgîn vedimirînin... Penaberên eşqê ne, di simbilên xewnê de xwe libakirina te dibînin... giyanan di kefikên demê de, bi alî goristanan de divirvirînin... Ji guhên xwe bipirse: Bê bi çend zimanan me axîna xwe wergerandiye mirina reş!!? Ji çavên xwe bipirse: Bê bi çend keskesoran şil bûbûn kêl û kêstekên darbesta geş!!? Lêlê Sebrê! Tu bi tenhayî di algûşkên şevê de Dikulkulî, diterpilî di lingên revê de Pêşewa yî, leheng û keye yî "Di olimpiyada xwedê de" De rabe Qazî! Wêneyên kevnarî yên veşartî werîne der ji qewlika Qur´ana xwe Li ser dêmên penaberan dawerivîne tav û peşkên gumana xwe Rabe!! îro du şev û du roj in ko Sebrê Bêyî stêrka sibê Tî ye Birçî ye bihar li piştê De rabe! Hê seqemê evîna te di rehên wê de nedîtiye. QAMIşLO Deng bi deng Ji tembûra te dipijiqe ceng.. "şenga min, Penga min" û sor bûye heyvanê reng... Te em dahijtin çîrokan Bîrek bê binî bû, Kovan û şînî bû, Ciwanî pîr dibû, Digel keziyên pîrebokan... Her ko li serê çiyan dibû êvar Te kadiz bi dizî dixwar..! Her ko kulîlkên niştiman li Toros dibûn bi qurban te heyv di şeva rêberan de bi ser zil û qamirê de dianî xwar...! Te piştiyên bendemanê hildigirt Havînê di xwêdana te de, bîna xwe radigirt Tirêna ronahiyê di hinarikên te re, dibuhirt Lê te lêva xwe di rûyê maça me de digirt.. ............................................... ............................................... Tu çawan xew dikî? Tu çawan xewnan dibînî? Tu çawan şevê hew dikî? Tu çawan digirî û dikenî? Tu çawan guhdar dibî? Tu çawan bê bihar dibî? Ne xem e gula min a qedîfeyî Sê par ji hebûna te Nêzîk dikin dûrbûna te Sê par ji barana te Nêzîk dikin gulvedana te.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz