Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Vê sibehê, Baskên rojê didizim, wan bi ser aramiya giyanê te de vedigirim, Ji şûrên Cizîrê ber bi gurmîna ewrên dilê te ve direvim, Bi pey serav û rewrewka azadiya te dikevim ey bajarê aşiqan! Ji peyvên xwe didexisim, Girtîxaneyên dûr ji yên nêzîk re Jaro Dilo dibêjin, Ez jî dixwazim peyizokekê ji te re bibêjim, Lê tiştekî din ji pênûsê dirije, Dixwazim te himbêz bikim, Lê tivinga destê çepelan di navbera me de ye, dixwazim ji te re bibêjim roj baş, lê dengê min di gewriya min de bi singoyekî jehrewî dikujin!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz