Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
1 Bendewarekî dilsoj im Di xumexuma navê te de Bê kelek û roj im Bendeee-ariya demê me Di gavên te de, qudûmekî şkestî me! Di bêdengiya lîwanê de, tuê bizanibî ronahiyê Ez kî me! Qulingekî nijadşewat im... raperîna awirên lat im... asoya perengî me, ji rengên şevê... berbat im, di daristanên kenê te de, bêyî mistek sî me! Di xaçerêkên birîna te de, bi guliyên berfê bi rewrewk û qerfê tol ristî me! Û bendeee-arê te me koçerekî kul-pak im / dikim û nakim/ hîva çavê te, ji girî cuda nakim... - kevirekî bêdîrok im di biyabanên te de bêkok im - di lîstgehên sînga te de, zarok im / dikin û nakin / peyvên te ji fîxanê ranakin. û bendemanê dûzan dikim di xwe de. êzingim... rêving im.. qermîçekên hinarkên tûyê me pirîskên giyan... ji hêtûna gulê me va...xewnên xwe yên mişt baran ji sînorên te re dikim zîndan va... dihungivim şopa te va... dilbijandina xwe ji gerdena te berdidim, va tu ê bibarî?!! Tu ê bi xunavê şa kî Simbilên helbestan Va... tu ê bizanibî ku tuxm û xwezî me! 2 Bendeee-darên te me Gava ku pêlên kesk di kelkela qonaxê de winda dibûn, hespekî fal î çê bûm... rêberê oxira mijê bûm... min serî ji bayê kur distend, min reşgirêdana te di hişê xwe de kiribû merbend, xuşexuşa sûlavan di porê te de hatibû birîn, ewrên çiya ên bê rewa, teyrên şev li wan geriyayî, cenawerên çavgirikî serjêkirin beloq dikirin... kulîlkên warwêranan... nameyên evîndaran co... û keserên no, newq dikirin zaroktiya ku bi tolkê re reviyabû/ ya ku di terkên havîna te de riziyabû/ ya ku em hiştin di zengilê tozê de, va ye... ji nû ve di dorava bendemanê de xuya bû/ 3 Û bendewarê te bûm. Navnîşan û qelaş bûm, bager bûm di banga lehiyê de... perîşan û xaç bûm, derbeder bûm di ferhenga tenhatiyê de... karwanekî ji mewîjan derbas bû Sîpanê Xelatê di destên elinda te de bi bizav bû. şkeftên aramê di qolinca te de, - Nalenala nazenîn î. - çavxumariya nijadperest, - Mûmên veşartî di pênûsa GORAN de, - Rêçên vemirî di sêdara PÎRAN de, Wergerîneeee!! Zimanê bendewariya giran. 4 Û bendewarê te me! Gemame bi te, bi reşbelekên evînê û hespê min jî bi te ketiye.. tiriyê westanê me, huçikên te bemadim ku esman çardeşevî be: di bergeha Ferat de bi dizî dibişire... di movikên rojhilat de bîranîn diqeşire ku esmanê talanê ji binî de bêşevî be: di tava dilê min de biskan dihûne, çavsor şor dibin, lehengekî ji gwîzê me... simaq im... wawîkê xatir xwestinê me qijalk bînteng dibin, lê lê dînê! ! êvarên cûmik di hevdîna maçê de dereng dibin lê lê dînê! ! Û her tiştî bi gunehkariyê dirêjim, û ji keç-dîna xwe re dibêjim: bendewaaa-barê te me xêzên cot im... di zemîna te de/ gur û sot im... di birîna te de/ çortan im, tama şor im di bin hesîra te de/ volkan im, kor im, di desthilata pêsîra te de/ kîn im, çavkaniya şîna comerd im... zelal im bo danheva morîkên rokê, şox û delal im bo lorandina şagirtên cengê dergûşa gurzê ZAL im pencereyên barana te me dûrî te me... porkura min! ! Dûrî xwe me!! Ser bi te û bi tem im! Pirekê ji xewnên agirperestan di navbera memikên te û lêvên xwe de ava dikim/ şerbeta hirmiyan bi te da dikim, hêlana te, rêl û pesaran ji himbêzkirinê radikim/ peşkên sedefî ji dîmenên zistana te derdikim/ - Hec...hecîk - Hec...legleg - Hec...kêzik û kewekî ribad bi te dadikim/ serpêhatiyeke dilrevînî ji gumeguma giryanê kenekî bi çavşînk, pêlava ziyanê bi şima serdemên te çêdikim/ dil dikim çengil ji boyî jîna te, spîndarên porê te têne xwar diweşim ji derza te, hildikişim lerza te, dim...riiim neynûka te me, derbesta bendewariya xwe dikolim. 5 Şehîd û rûbar in bi pêjna dildaran/ dikelin çar welat in, bi lale û xelat in ji lîrên eniya Zîn dikevin û... sindoqa bûkaniya te vedikim... şal û şapê riziyayî, Belex û Zeredeştê sêwî mayî li xwe dikim. û bendemanê, ziryanê, serçavka lîlanê li te dikim... -Sînga min çeper e beranê evîna te me keriyê nêrîna te me/ di taristanên te de dibiriqim di buharên koça te de dixeniqim... Xox û berberoj çiriyan/ qizwan ji stêrkên rijyayî reviyan/ xeftanên qesebî di nava min de giriyan/ û min gazî te dikir/ tîrk û kevanên ronahiyê, min nîşanî dilê te dikir! Te guh neda dabeşkirina min, reşkê şevê di kezeba min de rabû... viyana min rijiya şeva min şkest û bi te da bû... xirxalên te di gûzekên rê de asê man, navê te bi devê min ket, û bendewariya te, bi qîrîn...di bîbikên welatekî xewrevîn de raket.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz