Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
şing-Ola minê Li wir bimîne Li wê çolistana serberdayî Bend û ayetên xwedê Ji pêxemberên serdemê re bixwîne.. Destekî xwe ji Mehbadê re bişîne Bila di sînga çarçirayê de Gula sor a şehîdan biçîne.. Destekî xwe ji Hewlêrê re bişîne Bila Xanoyê lepzêrîn sirûdên Kela Dimdimê Li meydanên azadiyê vejêne.. û baskên xwe, Ji Birc û Kelehên Amedê re bişîne, Bila li Deriyê çiyê şêxê Pîranê, Bi destê pêxemberekî bigire, û bagera zagrosan bi gopalê xwe rawestîne.. Dilê xwe yê ji genim û zersosinan ji Qamişlokê re bişîne, bila çekjîn û Hogiran Bila Helepçeya min a nazik Li kuçe û kolanan Li goristana şehîdan bibîne.. Li wir bimîne, û bi ava gulan rêbaza evînê binivîsîne.. Brûskvedana qederan li qederan vegerîne Destên xwe li newqa çiyê bialîne û xwîna xwe di dergûşa xwedawendan de Bilorîne Bilorîne şing-Ola minê bilorîne: Tac im tac Taca serê Kurdistan im. Bilorîne..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz