"Carekê"
- Eger tu hatî
û lehiyek,
bo min kir xelat
- Eger te ez daweşandim
ji toza
tirsê..
- Eger te ez meşandim
li ser pêla
pirsê..
- Eger te ez hiştim
di hêtûna
hawarê de.
- Eger te ez kuştim
di dumana
dildarê de..
- Eger te wêneyên kovanê
bi şebnemê
şil kirin..
- Eger te çar rexên cihanê
di birîna kewê min de
kil kirin..
- Eger te rengê xwe ji
keskesorekê
kirî..
- Eger te "ronahî" ya min
bi dizî
dî..
Tu bi Xwedê kî bêje:
Bo çi, ta kîjan jînê
tu ê hêsran birêjî..?
Bo çi ro li ser serê te
xav û gêj e.?
*Ji "Nav û Dabeşkirina Xewnên Hîroyê"
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ehmed Huseynî şiirlerine dön