Di esra teng de
di esra bêreng de û
di benefşa demê de
giyan xwe spartibû
dara hinarê
li ser serê te hechecîkên
serdema giryanê
- Kurê min!
Rewrewka dîrokê em xapandin
Axxdayê!!
De bi tayê xwe ê şima kirî
kefenê roka ber êvarê bidirû!
-Pîrka we pir ji we hez dikir
Bastîq û benî ji we re dianî
Li gundikê Sem`o mast ji we re dimeyand
Karwanên evînê, toza birînê
Bi gavên xwe re dikişand.
-Serxet û Binxet nebû
Lê belê xalê we di qiçîna Tebaxê de bi mayinan hatibû kuştin.
Di esra teng de
dara hinarê digrî
Hechecîk dişkin
Serdem dibawişkin
û bîranînên te
li hawîrdorî zaroktiyê rûdiniştin.
*Ji "Nav û Dabeşkirina Xewnên Hîroyê"
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ehmed Huseynî şiirlerine dön