Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Li ber dîwarê heman berbeyaniyê, li paş pencereyên şkestî yên xewna dayikên ji toza bendemana dijwar, di wê qîrîna teng û tenik de, di pend û şîretên agirekî tîndar de, zarokên qederê digel laş û pênûsên xwe yên ji avê Qederekî hatin biraştin. Qederekî bi çolistana dûmanê şa bûn û Qederekî serên xwe yên biçûk li ser balgehên gunehkariyê danîn. Mewîjên xwe di bin balgehên xwe de ji bîr kiribûn, Defterên xwe bi pevçûnan qermiçandibûn û porên xwe yên nûşehkirî ji ber vîzevîza bagera evînê didane alî. Navên sawdar yên firişte û rûperiyan bi lêv dikirin û Xwedayên wêranan di "Olemp"a sînga xwe de hînî lîskên xwe yên efsanewî dikirin. şîşên xatirxwestineke lajewerdî di çavên dayikên xwe de diçandin. Berên xwe, her derên xwe, lawik û heyran, dengbêj û şerên xwe, bi gavine lezgîn didane agirdanka Sînemeya Amûdê û li me Li xweşmêrên rewrewkê mikur dihatin: Ez Amûda şewitî me! Ez Amûda Bavê Mihemd im!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz