Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî

2 görüntülenme 0 beğeni
Perên xwe yên ji avê bi ser peravên nalîna min ve vegire û xewnên min ji ber bike ey mirin! Min di terkên dijwar ên henasa xwe de veşêre û çavên min di bargehên vehesîna kulan de ber bi taristanê ve rakişîne! Dilê xwe bibijîne çurisînê destên xwe dahêje dengvedana gazinan pêjnên xwe di daristana rengan de daçikîne da ku balindeyên tarawgehan darên peyvê binasin û rûbarên xatirxwestinê sirûdên xwe bikujin! De stêrkên şeva xwe ji ronahiyê rût bike û sibehên girî bi ser kêlên matmayînê de daweşîne da ez û tu di bagera nemanê de pîjên ahengê berhev bikin û bangên xwînê di guhanên felekê de bimeyînin! De belgeyên xwe yên bînçikiyayî pêşkêşî pîtanokên heyveronê bike û neynikên xwe bi ser laşê min de bibarîne, çûkên xwe, bûkên xwe, neynûkên xwe, û semageriya pepûkên xwe ji hêlîna sînga min ber bi mirina rexên tirsê ve bifirîne û bi kurtepisteke cegerdar ji min re bibêje ey mirin! Bibêje da pencereyên axînkêşana dayika xwe ji te re vekim! Bibêje da keftelefta rehan û tenhatiya gavan û velerzîna yaran ji gerdena te re bixemilînim! Bibêje da ku keştiyên bêzariyê hilperikin bendergehên te û melevanên tawanbar ên deryayê bi ser pêlên te de biqermiçin! Bibêje ey mirin! Efsaneyê bibêje çîrokên bêrîkirinê bibêje! Memikên zuha û toza şînîgiriyê bibêje! Wek ku çawan rondikên seferê amade dikim, Tîrên xwe amade bike û ji mirina min netirse ey mirin! Min li wir babelîska xwe di hêlana te de hiştiye, min bîna evîna xwe di hûçkên berbangê de parastiye û min bilûra xwe di goristana Amûdê de mezin kiriye. Min li wir di dergûşa havînê de gulgenimên giyanê xwe dilorandin Min li wir dîwarên şevistana kulîlkan hînî xewê dikirin û min xwe ji himbêza çemê êşê bernedida. Min, tu li wir naskirî, lê min xwe nedispart kêferata çekên te, Her li wir, li ser keviyên giriyana bejinbilind a dayika min, min keziyên çolistana te bi qirçeqirça tiliyên oxirê dihûnandin û min tovên bendemanê di bîbikên tavsorkê de radiperandin. Min xwe hînî reşebayên te û reşgirêdana dara hinarê ya dayika xwe dikir û di westana ferhengan de li hespê nalîna xwe digeriyam. Hawara min li pey te diherikî! Hawara min di ximava xêzên te de diterikî! Hawara min di gewriya zersosina te de, di xuşîna negotina te de, di bişirîna sotina te de ji dayik dibû û ji bendên talanê ber bi bendên halanê ve diçû. Tu hawara min hildibijêrî ey mirin! Wek mirinê; tu van goristanên windayî yên laşê min, ji gulan re, bi lêv dikî ey mirin!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ehmed Huseynî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz