xewn û xema mîritiyê
wekî xerzikên dertixûb
ji rûyê doşekan qewitîne
ber bi xenaqên gêlî ve diçin
şilteya dîwana min a zerikî
birîndar ketiye li ser bêtonan
bûme bayê hil û heramiyê
dibe ku min xwe bi xwe sêwî hiştibe
a ha vê bêbavîtiyê
sekina min virkerê deman
ma hewce bû min gilî bikira
xezama vejîna xeman
bêrma çêm xwe xeniqandiye
dibe ku tûtirkê xwe ji keçaniyê xistibe
ger êgir bi dilê pelan ketibe
şevê sîng berdaye
li hember hilûpepanên min
tirsa min Doşeka Mîr e
bi vê qerepereyê re
nefsa min telaqê hêviyê ye
dem jî dizane û venabire
ku xewa min dixulxule
min zarokatiyeke şil û şeht jî feda kir
tenê veydana xeman e lê kûr bûyîm
(Berfanbar 2012)
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Selamî Esen şiirlerine dön